Dê li Peyasê Festîvala Çand û Keda Jinan pêk bê

Şaredariya Peyasê bi hevkariya Sanatça Organîzasyonê, bi armanca xurtkirina keda jinan, teşwîqkirina hilberînê, hevgirtin û piştgiriya civakî, bi dirûşma “Em bi Ked û Çanda xwe Piştgiriyê Xurt Dikin”...

1 deqe xwendin
Dê li Peyasê Festîvala Çand û Keda Jinan pêk bê

Şaredariya Peyasê bi hevkariya Sanatça Organîzasyonê, bi armanca xurtkirina keda jinan, teşwîqkirina hilberînê, hevgirtin û piştgiriya civakî, bi dirûşma “Em bi Ked û Çanda xwe Piştgiriyê Xurt Dikin” amadekariya festîvalekê dike. 2yem Festîvala Çandê û Parvekirina Keda Jinan a Peyasê ku ji aliyê Gerînendetiya Polîtîkayên Jinan ve tê organîzekirin, dê di 3-4-5ê cotmehê de li Park Ormanê pêk were.

Di festîvalê de jin dê berhemên bi destan, çand, huner û hilberînên xwe nîşan bidin û bifiroşin. Di çar rojên şahiyê de, dê berhemên xwe bi mêvanan re parve bikin.

Bernameya festîvalê bi çalakiyên cihêreng hatiye dewlemendkirin. Gerînendetiya Karên Çand û Civakî jî dê konser, şano û çalakiyên hunerî organize bike. Her wiha, Gerînendetiya Xizmetên Ciwan û Sporê jî ji bo zarokan parkûrên lîstikê amade dike û çalakiyek sporê li dar bixe.

Ev şahiya taybet ku bi standên rengîn, çalakiyên hunerî û aktîvîteyên cihêreng ji her temenî re vekiriye, tê armanckirin ku balê bikişîne ser keda jinana li herêmê.

Rayedarên Şaredariyê hemû gel dawetî Park Ormanê dikin da ku piştgiriyê bidin keda jinan û bi coşeke xûrt beşdarî festîvalê bibin.

Festîval dê di 3-5ê cotmeha 2025an de pêk bê, bernameya wê wiha ye:

Çalakiyên Çandî

Di her sê rojan de jî konser wê bên dayîn û bername wiha ye:

Roja 1emîn: Sorjiyan (Konser) û Koma Forklorê ya Jin a Peyasê

Roja 2yemîn: Dilniya Xan (Konser/Soranî)

Roja 3yemîn: Beser Şahîn (Konser)

Standên Piştgiriya Keda Jinan

Standên ku bêne vekirin, van berheman wê tê de cih bigirin: Cilûberg, Tekstîla Malan, Çente, Panç, Berhemên Gundan ên Xwezayî, Turşî/Rîçal/Konserve, Rîwekên Tibbî û Aromatîk û Xwarinên Malan.

Çalakiyên Sporê

Ji bo zarokan jî amadekariyên hatine kirin wiha ye: Lîstika Nepixandî, Malok, Basketbol, Fûtbol, Voleybol, Tenîsa Maseyê û Trambolîn-Dart (Nîşan girtin).