Li Qerejdaxê coşa agirê Newrozê

Bi hezaran kes li quntara Çiyayê Qerejdaxê kom bûn û bi meşale û posterê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan Newroz pîroz kirin.

1 deqe xwendin
Li Qerejdaxê coşa agirê Newrozê

Gel îsal Newrozê bi dirûşma “Newroza Azadî û Yekîtiya Demokratîk” pîroz dike. Bi hezaran kes li gundê Keloşkê yê li quntara Çiyayê Qerejdaxê kom bûn û Newroz pîroz kirin. Parlamenter, hevserokên DEM Partî û DBPê yên Amedê, hevşaredarên Rezanê, aktîvîstên TJAyê jî beşdarî pîrozbahiyê bûn. Girseya ku li dora agir kom bûn, li dora agir govend gerandin û Newroz pîroz kirin. 

Ciwanên ji du aliyên gund meşale pêxistin li qada gund gihîştin hev. Ciwanên meşale pêxistin posterê mezin ê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan vekirin û dirûşmên “Bê Serok jiyan nabe”, “Bijî Serok Apo” berz kirin.

Beşdarên Newrozê li vir endamê Desteya Hevserokatiyê ya PYDê Salih Muslim bi bîr anî û bal kişandin ser nirxandinên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan.

Piştî axaftinan, jin, ciwan û rêveberên partiyan li nada gund agirê Newrozê pêxistin. Pîrozbahî heta derangiya şevê bi coş berdewam kir. Pîrozbahî bi berzkirina dirûşman û gerandina govendê bi dawî bû.