Li Ranyeyê konferansa ziman hat lidarxistin
Li Ranye têkildarî Roja Zimanê Dayikê yê Cîhanê konferansek hat lidarxistin. Di semînerê de li ser girîngiya zimanê dayikê û nasnameya gelê kurd nîqaş hatin kirin.

Li navçeya Ranye ya navenda Îdareya Raperîn di çarçoveya çalakiyên di çarçoveya 21ê sibatê Roja Zimanê Dayikê ya Cîhanê Peymangeha Taybet ya FAM, konferansek di bin dirûşmeya “Ziman; nasname û hebûna her gel û netewekê ye” semînerek hat lidarxistin. Konferans ji aliyê hunermend Nasir Rezazî û Zimanzan Dr. Seed Qazî hate birêvebirin.
Konferans bi beşdarbûna hejmareke girîng ji nivîskar, rewşenbîr û hunermendên ji Peymangeha Taybet a FAM pêk hat û li ser kêmbûna erdnîgarî ya zimanê kurdî û rola hunera resen di parastina zimanê dayikê de sekinî.
Zimanzan Dr. Seed Qazî, pirsa “Gelo zimanê kurdî pêş dikeve an paşve diçe?” Axaftina xwe bi analîzkirina rewşa zimanê Kurdî ji hêla erdnîgarî ve destpê kir.
Têkildarî nexşeya zimanê kurdî Dr. Seed Qazî wiha got; “Eger em li nexşeya Kurdistanê binêrin, em dibînin ku ax û ziman jî kêm bûne. Li gorî nexşeya giştî ya berdest, zimanê kurdî ji başûrê Rojhilatê Kurdistanê ku heta Kendava Faris diçe, winda bûye. Her wisa ji sînorê Ûrmiyeyê û derdora Gola Ûrmiyeyê heta Mako, zimanê kurdî kêm bûye û niha ev herêm bûye tekêliyek a ji zimanê kurdî û Tirkî.”
Zimanzan Dr. Seed Qazî Qazî her wiha bal kişand ser Kurdistana Sor ya li Ermenistanê axivî ku komar di sala 1923yan de li wir hate damezrandin, lê niha, li gorî lêkolînan, gundên Kurdan nemane û erdnîgariya wan hatiye jêbirin.
Di heman semînerê de, hunermend Nasir Rezazî li ser têgeh û zaravayên zimanê kurdî axivî û tekez kir ku parêzvanên rastîn yên zimanê kurdî hunermend û helbestvanên netewî ne. Raste ku rêber û şoreşgeran hewl dane ku zimanê kurdî biparêzin, lêbelê, wan nekarîne ziman bi qasî helbestvanên klasîk yên ku 400 salin bingeha helbestê danîne, biparêzin. Ya ku heta niha zimanê kurdî ji bişaftin û windabûnê parastiye, huner û wêjeya kurdî ye.”
Piştî pêşkêşkirina semînerê, semîner bi gotina stranên kurdî ji aliyê hunermendan ve bidawî b


