Li Renê ji bo zarokan Newroz

Di standê de, bi reng û çalakiyên ku bala zarokan dikşînin û bi çîrok û vegotinên sade re, di aliyeke de coşa Newrozê tê jiyîn, di aliyek jî balê dikşînin ser rûpelên dîrokê yên bi êş.

1 deqe xwendin
Li Renê ji bo zarokan Newroz

Li herêma Renê ya Fransayê di 22yê Adarê de, qada Newrozê tenê ne cihê festîvalekê ye; ew di heman demê de bûye platformek wateyî ku rabirdû û pêşeroj li hev dicivin. Bi hatina biharê re, agirên ku têne şewitandin, vê carê bi dengê zarokan, bîr û hêviyên wan re bêtir wate digirin.

Di qada festîvalê de standek taybet ji bo zarokan hatiye amadekirin. Ev stant di destpêkê de wekî cihê lîstin û fêrbûnê xuya dike, lê bi navên Şehîd Cemîle û Şehîd Ûgûr Kaymaz ku li ser hatine danîn, wateyek pir kûr digire. 

Di standê de, bi reng û çalakiyên ku bala zarokan dikşînin û bi çîrok û vegotinên sade re, di aliyeke de coşa Newrozê tê jiyîn, di aliyek jî balê dikşînin ser rûpelên dîrokê yên bi êş. 

Ji ber vê yekê ev stand ji çalakiyek asayî zêdetir e. Di her goşeyê de, ji zarokan re hem ruhê berxwedanê yê Newrozê tê vegotin, hem jî girîngiya parastina mîrata çandî bi zimanekî sade û bi bandor tê ravekirin. Armanc ne tenê şahîkirina zarokan e, lê herwiha ew e ku nasname, dîrok û nirxên xwe fêm bikin.

Amadekarên standê bi vê xebatê peyama ‘pêşeroj tenê bi zarokên ku rabirdûya xwe dizanin û diparêzin, tê avakirin.’ Bi vê nêrînê, ev stand ne tenê festîvalekê, lê herwiha berxwedan, êş û hêviyên gelêkî ji zarokan re digihîne.

Di nav gelê ku li dora agirê Newrozê civiyan de, belkî cihê herî watedar ev qada zarokan be. Ji ber ku li vir her çîrok, her mûm û her peyv şopeke ji bo pêşerojê tê hiştin. Ev şop, dibe ku rojekê di bîra zarokan de bibe agirê berxwedanê.