Li ser Dosyaya Epsteîn dê Trump jî pêşerojê de îfade bide
Dosyaya Epsteîn ku wekî rizîna pergala modernîteya kapîtalîst tê pênasekirin, bi derketine belgeyên nû, rojeva siyaseta cîhanê dihejîne. Li gorî rojnameya New York Timesê di çarçoveya belgeyên derketî de Serokê DYAyê yê berê Bîll Clînton bangî îfadeyê hatiye kirin û ev yek rê vedike ku di pêşerojê de Trump jî bangî îfadeyê bikin. Nivîskarê The Guardîan Patrîck Wîntour jî bi bîr dixe ku li gel navê Trump, kargeh wî, hevsera wî 38 hezar car di belgeyan de derbas dibe jî derbarê wî de tunebûna lêpirsînekê, bi dawîbûna hesapdayînê dinirxîne.

Nîqaşên li ser dosyaya xwediyê tora hişbir û fihûşa zarokan Jaffrey Epsteîn bi derketine belgeyên nû berdewam dike. Di tora Epsteîn ku wekî qirêjî û riziyana pergala modernîteya kapîtalîst tê pênasekirin de navê bi sedan karsaz, siyasetmedar, serokdewlet, serokwezîr, parlementer, dîplomat, hunermend, nivîskar û kesên tên zanîn derbas dibe. Di naveroka e-nameyên ji Epsteîn re hatine şandin û bersivên wan de ji îstîsmara fihûşê ya zarokên biçûk bigire heta şantajên dîplomatîk, ekonomîk û siyasî her cure qirêjî cih digirin.
Siyaseta cîhanê dilerizîne
Di dosyayê de herî zêde navê Serokê DYAyê Donald Trump û nûnerê wî yê taybet ê Sûriyeyê Tom Barrack derbas dibe. Di çapemeniya DYA û cîhanê de dosyaya Epsteîn bi derketine belgeyên nû berdewam dike. Bi gotina gelemşeyî dosyeya Epstein erka siyaseta cîhanê dehejîne. Îstîfa, lêborîn, hincet û şantajên nû li ser hev tên. Heta niha li çend welatan kesên di asta berpirsyariyê de bi boneya derketina e-nameyên wan lêborîn xwestin û îstîfa kirin. Tê payîn ku qasî 3 milyon e-name û hezar 800 wêneyên di dosyayê de heyîn bên vekolîn dê qirêjiyên pergala kapîtalîst zêdetir bêhen bidin.
Clînton dê îfadeyê bide
Di çapmeniya DYAyê de tê destnîşan kirin ku di encama hewildanên senatorên Komarparêz de yekem car e ku serokek DYAyê îfade dide. Serokê Amerîkayê yê berê Bill Clinton bi gefa celba mehkemeyê neçar dike ku bê û di kongireyê de îfade bide. Ev ji bo Komarparêzen Amerîkayê wek serkeftineke tê nivîsandin. Beriya vê tu serokek din bi zexta celba mehkemeyê di kongereyê de neçarî dayîna îfadeyê nehatiye kirin.
New York Tîmes balê dikişîne ser Trump
Li gorî çapemeniya Amerîkî, Endamê Meclîsa Nûneran yê Komarparêz James Comer bi xebateke demdirêj bala rayagiştî ji ser Serokê Amerîkayê Trump dûr xist û balkişandiye ser Bill Clînton. Li gor analîza Newyork Timesê ev celba ji bo Clinton hatiye derxistin dê bibe emsala ku Donald Trump jî di demên pêş de derkeve pêşberî dadgehê. Rojname bi bîr dixe ku di belgeyên Epstein de herî zê de navê Trump derbas dibe û destnîşan dike ku Trump niha bi zirxên serokatiyê xwe ji vê yekê diparêze.
Pergala Ponzî ya serdema nû
Dosya Epstein ji niha ve wek senbola kapîtalîzma neoliberal ya riziyayî cihê xwe di sergoya dîrokê de digire. Li gor agahiya di Financial Timesê de derketin jî ev wek cureyeke pergala civakî ya Ponzî (Şebekeya seadetê ya xapandinê) ye. Rojname diyar dike ku di serî de elîtên Amerika û elîtên netewe dewletên din di nava vê pergala ponzî de ne.
Di lutkeya vê pergalê de Epstein xuya bike jî ev koordinasyonek e mezintir e. Kesên dikevin nava vê koordinasyonê li gor berjewendiyên xwe heta cihek ji nîmet û derfetên wê sûdê werdigirin, hê pirtir mirovên elît nas dikin û xwe bi hêztir hîs dikin. Di netewe-dewletên ne demokrat an jî xwe wek demokrat nîşan didin de ev cure pergalên ponzî yên tên “zanîn” hene. Meseleyên wisan yên siyasî û kesayetên bi hêz de kiryarên sûcên cinsî û wekî din bi awayekê tên veşartin û pêşî li darizandin û teşhîrkirina wan tê girtin.
Habîtûsa razandinê
Ev pergala qirêj ya “ponzî” bi têgiha habitus ya sosyolog Pierre Bourdieu bê vagotin dê hê hîsantir bê famkirin: Elîtên ku di qadên cihê de bi bondorin di nava habitus-ek de hevdu nas dikin, ew habitus ji beşdarên nava xwe re dibe pergala ewlehiyê. Her kesên elît ên beşdarê vê habitusê dibin her ku kapîtala xwe ya çand û civakî li pêş dixin, hê bêtir karên xwe bi hêsanî dibînin, di der dora xwe de rêzdariya xwe mezin dikin û disthilatdariyê bi dest dixin.
Ev habîtûsa riziyayî her tiştî jî dirizîne. Wek nimûne; nayê vê wateyê ku her elîtên di nava vê pergalê de ye sucê cinsî pêk aniye. Lê ji ber ku ev pergal destê beşdaran xurt dike û derfet dide ku birokrasiyê paybas bikin, naxwazin ji pergalê derkevin. Hinek ji wan piştî sucên cinsî pêk tînin û bi negirtina ceza xwe rehet hîs dikin. Hinek bi têkiliyên di ser Epstein re hê xurtir hîs dikin, hinek derfetên berfirehtir bi dest dixin. Ev jî cihê wan ê di nav siyaset û serameyê xurt û hêz dike.
Mekanîzmayên netewe-dewletên kapîtal ji ber ku nikarin rê li ber van mekanîzmayên habitus ên elît bigirin bêwate dimînin. Elît bi koordîneya nava xwe dikarin vê pergala birokrasiya netewe-dewletên kapîtal baypas bikin. Dosya Epstein ji ber têkiliyên xwe yên xurt wek dersa pirtuka baypaskirina brokrasiyê ye. Wek nimûne îdîaya ku Sefîrê Îngilistanê yê Washingtonê Peter Mandelson piştî krîza malî e-posteyên Downing Street yên hesasyetên piyaseyê di nav de hene, di bindest de dide Epstein. Li Ingilîstanê niha ev mijar tê nîqaşkirin û bi vê boneyê Serokwezîrê Ingilîstanê Keîr Starmer bi sedema Mandelson tayîn kiriye bi lêpirsînê re rû bi rûye.
Têkiliya Îsraîl û Epsteîn tê nîqaşkirin
Mijarek din a tê nîqaşkirin têkiliyên di navbera Îsraîl û Epstêni de ye. Hind belge balê dikişînin ser sîxurtiya Epsteîn ji bo Îsraîlê dike. Têkiliyên Epstein ne tenê bi Serokwezirê Îsraîlê yê berê Ehud Barak re heye. Di agahiya ku The Jeruselam Post de derketî tê gotin ku dosyayên Epstein teorisyenên komploger wêrektir. Rojname îdîa dike ku dosyayên Epsteîn li cîhanê de rê li ber pêşketina pêla antî semîzmê vekiriye û vê jî Cihûyan di bin tohmetên reş de hiştiye. Heta niha daneyên şênber yên nîşan bidin ku pergala Epstein xizmeta çi dike nebin jî, gelek daneyên ku nîşan dide pergala Epsteîn Îsraîlê diparêze hene. Epsteîn kirin û kiryar qeyd kirine. Ev bi sere xwe daneyek nîşan dide ku xebata Epsteîn xebatek sîxuriyê ye.
Agahiyên heta niha hatine aşkerakirin nîşan nadin kî bi kîjan şantaj û gefan re rû bi rû dimîne. Lê ji ber ku îstîsmara keçik û zarokan zêde li pêşe pergala qirêj a pedofilî bi hemû aliyan ve têra xwe nayê nîqaşkirin.
Edîtorê dîplomasî û politîka yê rojnameya The Guardian Patrick Wintour di analîza kirî de diyar dike ku çav li ser îstîfayên li Îngilistanê zeloq bûne û ev yek nîşan dide ka dê pergala qirêj kîjan welatan çewan bandor bike. Wintour bi bîr dixe ku bi boneya belgeyên Epsteîn derbarê Serokwezîrê berê yê Ingilîstanê Keîr Stamer de lêpirsîn hatiye vekirin û wiha dibêje: “Balkêş e ku lêpirsîne yekemîn ne li DYAyê lê li Ingilîstanê hate vekirin. Wekî ku kesê pişiyê bê lêpirsîn û îstîfa bike Donald Trump nîn be.” Wintour destnîşan dike ku di belgeyan de 38 hezar car behsa Trump, hevser û kargeha wî tê kirin û desnîşan dike ku sedema lênepirsîna Trump ji holê rabûna hesap dayînê ye.


