Li ser sînorê Rojhilat û Başûrê Kurdistanê êrişê Balafirên şer.

Balafirên şer baregehên leşkerî yên li ser sînorê Rojhilat û Başûrê Kurdistanê bombebaran kirin. Hat zanîn ku tevgera balafiran ya li herêmê berdewam dike.

1 deqe xwendin
Li ser sînorê Rojhilat û Başûrê Kurdistanê êrişê Balafirên şer.

Li gorî nûçeya Rojnewsê; îro piştî nîvrokî balafirên şer ên Amerîka-Îsraîlê êriş birin ser baregehên leşkerî yên rejîmê yên li ser sînorê Rojhilat û Başûrê Kurdistanê yên li navçeya Cemaldîn ya dikeve pişt navçeya Hêro.

Li gorî heman agahiyan heta niha tevgera balafirên şer ya li ser herêmê berdewam dike û ji navçeya Hêro dengê balafiran tê bihîstin.

Balkêş e ku ji destpêka şerê Îsraîl-Amerîka û Îranê ve herî kêm navend û baregehên leşkerî yên li ser sînor hatine bombekirin. Bêtir navenda bajarên wek Tehran û bajarên din hatine bombebarankirin.

Hêjeyî gotinê ye ku di agahiyê dawîn de tê gotin ku hêzên rejîma Îranê hêzên bejayiyê yên leşkerî dişîne ser sînorê Rojhilat û Başûrê Kurdistanê.