Li Serdeştê mayîn teqiya: Şivanek birîndar bû
Li gorî nûçeya Hirna li herêma Serdeşt ya ser bi Urmiyeyê, mayînek bi şivanek ve teqiyaye.

Li gorî nûçeya Hirna li herêma Serdeşt ya ser bi Urmiyeyê, mayînek bi şivanek ve teqiyaye. Çavkaniyê ragihand ku şivanê bi navê Ebula Serferaz ê 23 salî ê xelkê gundê Tue ya ser bi Serdeştê, birîndar bûye. Hate gotin ku şivanê birîndar bûyî, lintek xwe ji dest daye û ji bo çareseriyê şandina nexweşxaneya Serdeşt.
Hêjayî gotinê ye nêzî 42 hezar çargoşe kîlometre herêmên sînorî yên Iraq û Îranê, hîn jî mayînên di serdeşa şerê Îran û Iraqê de nehatine paqiji kirin. Salane mayîn dibin sedema mirin birîndarbûna welatiyan.

