Li Şîliyê 7.5 erdhej çê bû

Li başûrê welatê Amerîkaya Başûr Şîliyê bi pileya 7.5an erdhej çêbû.

1 deqe xwendin
Li Şîliyê 7.5 erdhej çê bû

Li başûrê welatê Amerîkaya Başûr Şîliyê bi pileya 7.5an erdhej çêbû. Navenda Lêkolînkirina Jeolojîk a Amerîkayê (USGS), ragihand ku erdhej li Bihureka Drakeyê ya li behra Nîvigrava Antartîkayê ya Şîliyê çêbûye. Hat zanîn ku ji ber erdhejê gelek bajarên Arjantîn û Şîliyê jî hejiyane.

Servîsa Hîdrografî û Oşînografî ya Artêşa Behrê ya Şîliyê (SHOA), piştî erdhejê hişyariya tsunamiyê kir. SHOAyê xwest herêmên ber peravên behrê tavilê bên valakirin.

Têkildarî windahiyên madî û canî heta niha tu agahî nehatine parvekirin.