Li Spanyayê qezaya trênê çêbû 21 kes mirine
Li herêma Endulus a Spanyayê trênek a bil ez ku di navbera Madrîd- Malagayê de seferî dikir, ji rê derket û di encamê de 21 kes mirin û 73ê kes jî birîndar bûn.

Li gorî agahiyên ANF NEWSê li Spanyayê trêneke aîdê şîrketa Iryo ku 317 rêwî hildigirt, saet 18.40ê êvarê piştî ji Malaga ber bi Madrîdê ve bi rê ket li nêzîkî Adamuzê ji rê derket û li trêneke din a li ser xeta kêlekê qelibî. Piştî qelibînê her du trên ji rê derketin.
Li gorî agahiyên destpêkê yên rayedaran, di qezayê de herî kêm 21 kes mirin û 73 kes jî rakirin nexweşxaneyê. 24 ji birîndaran di rewşeke krîtîk de ne. Tê ragihandin ku hin rêwî di vagonan de asê mane.
Çûn û hatina trênên bilez ên di navbera Madrîd û Endulusê de ji ber qezayê hatine rawestandin.
Serokê Hikûmeta Xweser a Endulusê Juanma Moreno, ji bo lêkolînê çû cihê qezayê. Moreno, qezayê wekî ‘rojeke pir tarî’ bi nav kir û fikara xwe anî ziman ku dibe ku hejmara miriyan zêde bibe.
Serokwezîrê Spanyayê Pedro Sanchez, jî ev bûyer wekî ‘şeveke xemgîniya giran’ bi nav kir û sersaxî ji malbatên kesên ku jiyana xwe ji dest dane re xwest.

