Li Wan û Stenbolê agirê Newroza 2026an geş kirin
Komîteyên Amadekar ên Wan û Stenbolê agirê Newrozê geş kirin û startên Newrozê dan.

Komîteya Amadekar a Newroza Wanê li ‘Malên Wanê yên Dîrokî’ yên li navçeya Tûşbayê bi daxuyaniyekî starta Newroza 2026an da. Rêveber û hevserokên DBP û DEM Partiyê yên bajêr û navçeyên navendî, endam û nûnerên saziyên civakî, aktivîstên Tevgera Jinên Azad (TJA), endamên Meclisa Dayikên Aştiyê û gelek welatî tev li daxuyaniyê bûn. Pankarta ku li ser “Newroza azadî û yekitiya demokratîk pîroz Be” daliqandin. Endamê Komîteya Amedekar Yakûp Almaç daxuyanî da û got: “Li dijî siyaseta şer, gelê Kurd li dora destkeftiyên Rojava û Kurdistanê bûye yek. Gelê Kurd kevneşopiya berxwedana xwe xurt kiriye û bi hevalbendên xwe re têkoşîna xwe roj bi roj pêş dixe. Em bi dirûşmeya “Newroza azadî û yekîtiya demokratîk” pêşwaziya Newroza 2026an dikin.”
Yakup Almaç da zanîn ku Newroz her sal ji bo gelê Kurd dibe qadên bilindkirina daxwazên azadiyê û demokrasiyê û wiha axivî: “Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk ku di 27ê Sibata 2025an de ji aliyê Serokê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ve hat destpêkirin, sala xwe ya yekem temam kir. Gelê Kurd di vê pêvajoyê de li pişt îradeya xwe ya siyasî sekinî û piştgirî da veguherîneke demokratîk. Misogerkirina şert û mercên azadiya fîzîkî û xebata azad a Birêz Ocalan, ku serkêşê pêvajoya aştiya birûmet e, ji bo pêşxistina çareseriya demokratîk û aştiya mayînde pêdiviyeke dîrokî ye. Li ser vê bingehê, em ê di vê Newrozê de têkoşîna azadiyê di pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk de bêtir bihêztir bikin. Di vê têkoşînê de em dizanin jin pêşeng in. Ruhê berxwedana Rahşan, Ronahî, Zekiye û Bêrîvanan îro bi felsefeya “jin, jiyan, azadî” dibe sembola azadiyê ji bo jinên cîhanê jî. Ev têkoşîn li dijî serdestiya mêr û pergala dijminê jinan radiweste û bingehên civakeke demokratîk jî xurt dike. Em ê li dijê çanda kujerên kastîk ji bo serdemekê nû agirê Newrozê gur bikin. Jiyana nû, hevpar û azad em ê bi hev re ava bikin.”
Yakup Almaç agahiya bernameya Newroza Wanê jî parve kir û got: “Em ê 17ê Adarê li Erdişê Newrozê piroz bikin. 22yê Adarê jî li ber kêleka Keleha Wanê, li qada newrozê bi beşdarbûna sed hezaran ve em ê Newroza Wanê pîroz bikin. Wê hevserokê me yê giştî birêz Tuncer Bakirhan, Rêhevalê me Birêz Veysî Aktaş, Aktivîsta TJAyê Birêz Derya Aslan beşdarî pîrozbahiya me bibin. Bi stranê xwe ve Koma Agirê Jiyan û Koma Rojhilat wê li qada Newrozê bibin. Em hemû gelê Wanê vedixwînin vê cejna pîroz.”
Piştî daxuyanî û axaftinan agirê Newrozê hat pêxistin û gel bi dahol û zirneyê li dora agir govend
Stenbolê
Rêxistina DEM Partiyê ya Stenbolê jî agirê Newroza 2026an a yekemîn li navçeya Sancaktepeyê pêxist. Bername bi axaftinan dest pê kir, Hevseroka DEM Partiyê ya Sancaktepeyê Ayşe Çîftçî diyar di serî de Newroza Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan pîroz kir û got: “Newroza îsal dê bibe sedema aştiyê.”
Paşê agirê Newrozê hat pêxistin. Bername bi gerandina govendê bi dawî bû.


