Lijneya Şaredariya Peyasê li Swêdê serdana Navenda Perwerdeya Pirzimanî kir
Hevşaredara Peyasê Bêrîvan Gulşen Sîncar û şandeya pê re, di çarçoveya rêzehevdîtinên fermî de li welatê Swêdê serdana rêveberên Navenda Pirzimanî ya Şaredariya Vesterasê kir.

Hevşaredara Navçeya Peyasê ya Amedê Bêrîvan Gulşen Sîncar û şandeya şaredariyê ku pê re ye çend roj in li Ewropayê rêzeserdan ango rêzehevdîtinan pêk tînin. Bêrîvan Gulşen Sîncar û şandeya pê re li Swêdê serdana Navenda Pirzimanî ya Şaredariya Vesterasê kir.
Perwerdeya bi 48 zimanên cuda
Di serdanê de hat ragihandin ku li vê navenda navneteweyî, 4500 xwendekar bi 48 zimanên cuda perwerdeyê dibînin. Hat diyarkirin ku di navendê de 160 mamoste wezifedar in û dersên bi zimanên Kurdî û Erebî didin. Di serdanê de hat diyarkirin ku li vê navendê girîngiyek zêde ji bo perwerdeya zimanê dayikê ku ji pêşdibistanê heta lîseyê didome heye û 18 mamosteyên Kurd, perwerdeya zimanê Kurdî pêşkêşî 800 xwendekaran dikin.
Agahiyên li Ser Modelên Perwerdeyê
Berpirsyara navendê Liselotte Dahlberg-Jakobsson û cîgirên wê Sari û Asa Ewertson, li ser xebatên navendê û modelên perwerdeyê agahiyên berfireh dan heyeta Şaredariya Peyasê. Di serdanê de nivîskar û mamoste Haydar Diljen û Mahmûd Lewendî jî amade bûn û li ser hûrgiliyên xebatên li navendê û giringiya mînakên serkeftî yên perwerdeya Kurdî zanyarî parve kirin.
Çavdêrî ji bo ‘Zarokistanan’
Hevşaredar Sîncar û heyeta pê re serdana polên perwerdeya Kurdî jî kirin û ji nêz ve çavdêriya pêvajoya hînbûna xwendekarên Kurd (pêşdibistan, dibistana navîn û amadehiyê) kirin.
Hat destnîşankirin ku tecrûbeyên li vê navendê hatine bidestxistin, dê ji bo rêveberiyên xwecihî û bi taybetî ji bo Zarokistan û navendên lênihêrîna zarokan ên Şaredariya Peyasê bibin mînak û çavkaniyeke giring a zanistî ye.


