Lobiyeke çawa pêwîst e?
Ragihandin, xwepêşandan, hewar û gazî êdî tu bandora wan li ser biryarên serok û rêveberên cîhanî tune ye. Ragihandin dikare bandorê li şopdarên xwe bike.

Ragihandin, xwepêşandan, hewar û gazî êdî tu bandora wan li ser biryarên serok û rêveberên cîhanî tune ye. Ragihandin dikare bandorê li şopdarên xwe bike.
Gerek were zanîn ku piraniya serok û rêveber, parlamenter û dîplomatên cîhanê haya wan ji ragihandina televizyonan û rupelên rojnameyan tune ye û ne jî di netê de li tiştekî digerin.
Serê sibehê kaxizek tê ser maseya wan, an jî peyamek tê emailên wan û tê de behsa kurtahiya nûçeyên ku ji wan re girîng in tê kirin. Tiştên ku li Sûriye, Kurdistan û Iraqê dibin ne di nav nûçeyên ji bo wan girîng de negiringî bûyeran li ba wan girêdayî berjewendiyên wan yên ramyarî, aborî û civakî ne.
Bizanibe eger tu milyonek rapor der barê binpêkirinan de bi rêya ragihandinê belav bikî, kesek ji bilî piştgir û alîgirên te wan nabîne û ew agahiyên te bala kesekî din nakişînin.
Lewre divê aliyê ku bixwaze dengê xwe bigihîne wan rayedar û rêveberên cîhanî divê ku peymana xwe bi nivîsgehên têkiliyên giştî re çêbike da ku raporên wan bigihin aliyên cîhanî yên peywendîdar. Ne wiha be raporên Tirkiye, Qeter û tundîparêzên îtîlafê ji wan re dişînin, ew dê li ber çavên wan bin û dê wan raporan wekî bingeh û esas bigirin û biryarên xwe li gorî wan agahiyan bidin, wekî çawa ku niha dibe.
Rojava û Rêveberiya Xweser di vê çerxê de bi astengî û pirsgirêkên mezin re rû bi rû ye. Ji her aliyî ve şerê wê tê kirin ku ev ezmûn û tecrûbeya heyî bi ser nekeve.
Wek ku tê şopandin rêveberiya Rojava di hêla avakirina têkiliyên mayinde de yên bi rayedarên cihanî re ne çalak e. Ger mirov vegere dan û standinên wan bi berpirsiyarên welatên wekî Fransa û Swêdê re, heya niha Fransa piştgiriya çeteyên girêdayî Tirkiyeyê dike, alîkariya saziyên ku binpêkirinên li dijî mirovahiyê li Efrîn û Serekaniyê pêk tînin dike. Her wiha Swêd û Amerîka jî bi wan re alîkar in. Sedem ew e ku ew saziyên bi navê mafê mirovan kar dikin û ji hêla Tirkiye û Qeterê ve tên birêvebirin û Yekitiya Ewropayê û Amerîka wan


