M. Rodgers encamên qeşedanên demên dawî yên li Sûriyeyê nirxand
Lêkolînerê Bernameya Rojhilata Navîn û Afrîkaya Bakur a Enstîtûya Têkiliyên Navneteweyî ya Qraliyetê Chatham Housê Winthrop M. Rodgers li ser guherînên li Sûriyeyê gotarek berfire nivîsî. Di gotarê de li ser guhertinên li Sûriyeyê pêk hatin û bandora wan guhertina ya li ser Kurdan dê çewan pêk bê şîrove kir. Lêkolîner M. Rodgers encamên qeşedanên demên dawî yên li Sûriyeyê bandorên wê yên erênî û neyînî nivîsandin.

Rodger diyar kir ku gelek encamên neyînî ji bo kurdan derketine holê û van jî wekî ji dest dayîna beşek erdnîgariya Bakur Rojhilatê Sûriyeyê, qelsbûna piştgiriya hind hevpeymanan û zêdebûna têkiliyên hêzên navneteweyî yên bi Şamê re rêz kirin. Rodgers anî ziman ku van guherînan bandorek neyînî li ser kurdan kiriye û dê di pêşerojê de ji bo kurdan wekî xetereyekê bidome.
‘Pêşketinan fikarên kurdan zêde kirin’
Lêkolînerê Rojhilata Navîn û Afrîkaya Bakur Rodgers di gotara xwe de daxuyaniyên Sefîrê Amerîkayê yê Enqereyê û Nûnerê Taybat yê Sûriyeyê Tom Barrack ên wekî, “Hêzên Sûriyeya Demokratît (HSD) misyona xwe qedandiye” bi bîr dixe û wiha dinivîse: “Her wiha di peymana 18ê çileya 2026an de jî daxwaza entegrasyona kolektîf a hêzên leşkerî wekî tevlêbûna yek bi yek hat qebûlkirin û di ser vê de agirbest pêk hat. Ev û hin rewşên din fikarên ji bo kurdan zêdetir kirin.”
‘Kurdan xetere baş fêmkir û bertek nîşan da’
Lêkolîner M. Rodgers piştî rêzkirina van guherînên neyînî, balê dikşînê ser biryardarî û helwesta berfira ya Kurdistanî û dostên wan. M. Rodgers ji bo biryardarî û helwesta kurd û dostên wan jî got ku biçûk heta mezin fikar û xetereya derket holê baş famkir. Xwe birpirsiyar dît û dest bi nîşandana berteka xwe kir. Ev li kolan û bajarên her derê Kurdistanê pêk hat.
‘Forma yekîtiya kurdan derket holê’
Winthrop M. Rodgers ji bo vê jî got ku xwepêşandan û bertekên kurdan têra xwe mezin pêk hatin û van xalan destnîşan dike: “Bala herkesî kişan. Di wijdana neteweyî ya kurdan de yekîtiyeke xurt çêkir. Her kesê notir anî astek aktîf. Ji sînor wê de hevkarî û piştgirya bingehîn ya civaka kurd zêdekir. Ev hevkariya ji sînoran wêdetir bû forma hevgirtî ya yekîtiya kurdan.
‘Kurd li her derê bertek nîşan da’
Lêkolîner Winthrop bi bîr xist ku li hemû deverên cîhanê kurd rabûne ser piyan û wiha domand: “Li her derê cîhanê kurdên ji rêzê li dijî êrişên li Sûriyeyê û helwesta hêzên navneteweyî bertekên xwe yên ji dil nîşan dan, hevgirtî tevgeriyan, li Iraqê, li Tirkiyê, li Ewropa, Amerîka û gelek cihên din bênavber bertek û xwepêşandan nîşan dan. Saziyên alîkariyê, saziyên medyayê kampanyeyên hevgirtî yên alîkariya madî, siyasî û manevî pêk anîn. Ji bo Suriyeyê foneke baş hat berhevkirin.”
‘Hevkariya kurd piştgiriya pîskolojîk mezin kir’
M. Rodgers ji bo helwest û kampanyayên piştgiriyê got ku xwepêşandan, bertek û kampanyayên pêk hatin wek di carek de di nîvê şevê de bu lampeya piştgiriya psîkolojîk, siyasî, madî û manevî û ev tişt nivîsandin, “Di be ku ev hestên neteweperwer di nava demê de hinek kêm bibe lê gelek kes di vê baweriyê de ne ku ev dê bibe piştgiriya mayînde û bêhampa da ku karibe guhertinê jî çê bike.”
Hêza yekîtiyê di ser Erbêlê de bû riya dîplomasiyê
Lêkolînerê Navdar Winthrop M. Rodgers di gotara xwe de herî dawî de got: Kurdan li Sûriyeyê xweseriyê winda kir lê di nava partî û serokên kurdan de ji vana jî wêdetir di nava gel û de di nava şîn û şahiya gel de hunera yekîtiyê çêkir. Ev huner pesend kir ku hêza xwe heye ji bo krîzên li heremê derkevin hêza xwe heye ku ji bo çareserkirina wan krîzan bibin derman. Bi bandora vê hêza hevgirtî derfet çê bû ku Rojava û Erbîlê berbihev bên. Ji vir û şûn ve Rojava kare di ser Erbîlê de hê pirtir têkiliyên dîplomatîk bi Amerîka û welaten din re pêk bîne.


