Ma ne hewce ye gelê tirk jî îkna bibe?
Divê hikûmet were ser hemdê xwe ku bikaribe bêje çareseriya pirsgirêka kurdî û berê gelê tirk jî bide îknakirina çareseriya pirsgirêka kurdî.

Sal û nîvek berê pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk dest pê kir û didome. Bi banga ku Birêz Ocalan di 27ê sibata 2025an de kir pêvajo bi awayekî fermî dest pê kir. Aliyê Tevgera Kurd peywirên xwe yên diyarkirî yek bi yek anîn cih. Bi biryara kongreyê PKKê xwe fesix kir, biryara ku têkoşîna çekdarî bi dawî bike da. Weke sembolîk komeke çekdarên gerîlayên HPGê û rêvebirên PKKê çekên xwe şewitandin. Her çiqas bi fikar û bi guman nêzî niyeta hikûmetê bibe jî ji bo çareseriyê îkna ye. Aliyê dewleta tirk tenê bi komîsyoneke meclisê ya ewiqandî û raporeke qels ku nebû bersiva hêviyan, ev pêvajo pêşwazî kir. Bi rastî jî îktidara AKPê û dewletê xwe li gorî encamên ji çareseriya pirsgirêka Rojava û Sûriyeyê derkevin gavên xwe sist dikin, samîmî tevnagerin û paşopaşo gav diavêjin.
Milekî çareseriya vê pirsgirêkê, gavavêtina ji aliyê qanûnî, makeqanûnî ve ye, aliyekî wê yê din jî amadekirin û îknakirina gelê tirk e. Îknakirina gelê tirk nîvê çareseriyê ye. Tenê bi îknabûna gelê kurd nabe. Ji aliyê qanûnî û makeqanûnî ve ewiqandin bi dirûvekî xapandinê didome lê aliyê amadekirina gel a ji bo îknakirina çareseriyê ti hewldan xuya nabin. Di pêvajoya 2014-15an de her çiqas dîsa samîmiyet tune bû, mase hate rûxandin jî komên hişbiran hatin avakirin, di raya giştî de ji bo îknakirinê roleke girîng lîstin.
Îro milê desthilatdariyê berevajî wê ji bo pêşeroja desthilatdariya xwe pêvajo veguhêzandiye pêvajoya ‘Tirkiyeya Bêteror’, gelê tirk li ser vê fikrê araste dike ku me ‘teror’ qedand, me desteftiyek qezenc kir, em ê li ser vê şopê Tirkiyeyek ava bikin. Yanî peyama dide gel ew e ku me qezenc kir, divê em fêkiyên wê bixwin. Ango divê em razemeniya ebedîkirina îktidara xwe bikin. Dixuyê ku mantiqê dewleta norm a bi birêz Ocalan re di danûstandinê de ye ji bo Rojava eynî be jî, di pirsgirêka ebedîkirina îktidara Erdogan de ji hev diqete. Erdogan û îktidara wî tenê li gorî berjewendiyên xwe nêzî pêvajoyê dibin. Ji ber wê pêvajovê weke ‘Tirkiyeya Bêteror’ lanse dikin û ji bo berjewendiyên xwe dikin firsendeke zêrîn.
Endamên dewleta anorm; generalên teqawit, partiyên rasîst, şêwirmend, qaşo analîstên stratejîk, çapemeniya dijberê pêvajoyê her roj bi riya televîzyon, tora civakî û youtubeyê mêjiyê gelê tirk jehrî dikin. Derew, dezenformasyon, îftira, manîpulasyon bi awayekî tazyîqî li ser mêjiyê gel dibarînin. Rewşeke gelek anormal li ber çavan e.
Aktor û aliyekî çareseriyê îktidar e, di rastiyê de ev peywira hikûmetê ye, ya ku xwe ji vê jehrê bişo, mêjiyên ji bo çareseriyê ava bike û gel îkna bike ew e lê ji bo vê yekê mûyên îktidarê naleqin. Ew li pey ava û ebedîkirina pêşeroja xwe ye. Vê hikûmetê bi dehan salan, bi propaganda û amûrên din ên nijadperestiyê gelê tirk li dijî PKKê û gelê kurd har kir, dijminatiyeke mezin di mêjiyan de ava kir. Bi vî mêjiyê harbûyî ew jî carinan dikeve tengasiyê, îro bixwaze jî nikare bi hêsanî vê rewşê safî bike.
Lê rastiyek heye ew jî bi vê nijadperestiya har û dijberiyê ve çareserî her tim bi şiyana têkçûnê re rû bi rû ye. Şûştina vî mêjiyî, amadekirina gel ji bo çareseriyê peywira hikûmetê û çapemeniya emirberê wê ye. Mixabin hewldaneke wî aliyî nîn e. Berevajî vê di dema êrişa li ser Rojava de heta dawiyê dijminatiya kurdan kirin, yekpare tevî hemû qaşo mixalifan.
Ev rewş dide xuyakirin aliyê gel ji bo çareseriyê îkna bike li gel ku hemû derfetên dewletê di destên wan de ne jî dirust û samîmî nêzî pêvajoyê nabin. Eger bixwazin çareseriyeke mayînde amade bikin di demeke ne gelek dirêj de wê bikaribin gavên mezin biavêjin.
Heta ku pirsgirêka çareseriyê bibe amûra dirêjkirina temenê serweriya Erdogan û hikûmeta wî û dewlet jî bi xwe ve girê bide hewldanên Erdogan û di bin siya gavên wî de razê pêvayojê biewiqe, sist bibe, bê qurbanî kirin ji bo berjewendiyan.
Heta niha gelek rexne li pir aliyên niyeta hikûmetê hatin kirin. Gelek şîrove û nirxandin pêk hatin. Nuqteyên hevpar ev in ku hikûmet meseleyê ji bo berjewendiyên xwe bi kar tîne. Lê divê ev alî jî bê dîtin ku Erdogan û hikûmeta wî bi gotina ‘Tirkiyeya Bêteror’ dixwaze pirsgirêka kurd û çareseriya wê bi vî awayî lanse bike, gelê tirk mehkûmî vê nêrîna xwe ya bêsiûd bike, bi vî awayî ji bo îktidara xwe gel konsolîde bike. Yanî îknakirina gelê tirk ji xwe re nake xem. Wateya ji rapora komîsyonê derketiye jî ev e, tenê yek peyv jî behsa kurdan nekiriye. Gelê ku mêjiyê wî li gorî ‘Tirkiyeya Bêteror’ bixape ti carê nabe alîgirê çareseriya pirsgirêka kurdî.
Divê hikûmet were ser hemdê xwe ku bikaribe bêje çareseriya pirsgirêka kurdî û berê gelê tirk jî bide îknakirina çareseriya pirsgirêka kurdî. Wiha dewam bike ev rewş dibe ewiqandin û pêngava xapandinê.


