Mahmut Alinak ji bo Kobanê dest bi greva birçîbûnê dike

Siyasetmedarê Kurd Mahmût Alinak, ragihand ku dê li dijî dorpêça li ser Kobanê dest bi çalakiya greva birçîbûnê bike.

1 deqe xwendin
Mahmut Alinak ji bo Kobanê dest bi greva birçîbûnê dike

Dorpêça Hikûmeta Demkî ya Suriyeyê, çeteyên DAIŞ û komên girêdayî dewleta Tirk a li ser bajarê Kobanê di roja 35an de didome. Siyasetmedarê Kurd Mahmût Alinak, ragihand ku ji bo rakirina dorpêçê dê dest bi çalakiya greva birçîbûnê bike. Mahmût Alinak, li pêşiya buroya parêzertiyê ya li navenda bajarê Qersê daxuyanî da û wiha got: “Dorpêça hovane ya li ser Kobanê berdewam e. Ez jî, ji bo ji dengê gelê Kobanê yê dorpêçkirî re bibim dengek, dê sibe dest bi greva birçîbûnê bikim.”

‘Colanî bi piştgiriya navneteweyî zilmê li kurdan dike’

Alinak anî ziman ku Colanî bi alîkariya hêzên navneteweyî zilmê li gelê Kurd dike û wiha axivî: “Li Kobanê zarok birçî ne û di sermayê de ne. Dayik, heta êvarê li ser beroşên vala disekinin. Gelê Kobanê, li pêş çavên cîhanê xistin girtîgeheke servekirî û mirovahî hatiye binpêkirin. Mirovatî, bêdeng e, dewlet kor in. Colanî, bi piştgiriya ji dewletan digire zilmê li gelê Kobanê dike. Ez, di nava bêçareyiyeke mezin de me. Dema gelê Kobanê ji serma diricife, ez nikarim li mala xwe ya germ rûnim. Her pariyê nan ê ez dixwim, di qirika min de dimîne. Bêdengiya li hemberî vê neheqiyê, rûmeta min diêşîne. Lewma jî ji bo hîskirina êşa gel û ji bo ji dengê wan re bibim dengek, dest bi greva birçîbûnê dikim. Yên ji bo Kobanê wijdana wan diêşe, bila deng bidin vî dengî.”