Mandelayê serdema 21’ê Abdullah Ocalan e
Dema ku Rêber Abdullah Ocalan bi dizî di guhê hevalên xwe de got “Kurdistan mêtingeh e” û ew ê bi derziyê bîrê bikolin, dizanîbû hêza wî çiqasî têrê dike.

Dema ku Rêber Abdullah Ocalan bi dizî di guhê hevalên xwe de got “Kurdistan mêtingeh e” û ew ê bi derziyê bîrê bikolin, dizanîbû hêza wî çiqasî têrê dike. Bi gotina xwe û ji şoreşger û milîtanên dora xwe bawer bû ku wê tiştekî mezin ji bo gel û netewan bikin, kirin û dikin jî. Mixabin! Sê sal di ser tecrîda girankirî ya li ser Rêber Ocalan re derbas dibe. 3 sal agahî jê nayê girtin û CPT tiştekî jî aşkere nake. Ji bo vê yekê di 10’ê cotmeha 2023’yan de pêngava ‘Ji Abdullah Ocalan re azadî ji pirsgirêka kurd re çareseriya siyasî’ hatiye destpêkirin. Têkoşîneke neteweyî ji bo Mandela yê serdema nû Abdullah Ocalan tê meşandin. Êdî niha dora civaka navdewletî, gel, netew ol û mezhebên cîhanê ye ku ji bo Ocalan têbikoşin û rabin ser piyan. Mademkî her kes deyndarê Rêber Apo ye, pêwîstî pê heye ku xwe berpirsiyar bibînin û her kes ji aliyê xwe de ji bo azadiya wî ya fîzîkî têbikoşin. Dem hatiye ku welatên komara ereb jî ji bo azadiya fîzîkî ya Ocalan tevbigerin û xebat bikin. Divê her kes vênas bike ku îro dema daxwaza azadiya fîzîkî ya Ocalan dikin, ew di pêşerojê de maf û hebûn û welatê xwe diparêze û daxwaza parastina destkeftiyên xwe dike. Erka her kesê/î ye ku ji CPT’î daxwaz bikin ku zextê li Tirkiyeyê bikin ku çarenûsa Rêber Ocalan nas bikin. Îro bêdengiya CPT’î cihê gumanan e. A herî zêde di vir de dikare rol bilîze û têkoşînê dorfireh û mezintir bike jin e. Jinên hemû welatan li cihê ku ew lê ne, li kolan û bajarên xwe divê çalakiyên protestoyî lidar bixin û ji bo Ocalan îmzeyan kom bikin. Dem dema serhildanê ye, dema encamdana têkoşîna jin û neteweyan e. Dema azadiyê ye.
21’ê Adarê ne tenê cejneke
Gelê kurd da ku di nav neyar, nijadperest û netewperestan de bibe gelê kurd û bi nasnameya xwe bijî bi komkujî û jenosîdên biêş re rû bi rû ma. Adar ji bo gelê kurd adara ku kawayê hesinkar dawî li zilma dehak anî. Lê li şûna wî Dehaqê îro Dehaqê serdema nû derdikeve holê û xwe wekî malikê cîhanê û parêzvanê wê nîşan dide, ew jî Erdogan e. 21’êAdarê ji bo gelê kurd di dîroka tevgera rizgariya Kurdistanê de ne rojekî cejnê ye, raste 21’ê Adarê cejneke neteweyî ye, lê belê 21’ê Adarê roja serhildanê ye, roja serîhildana gelan li dijî zilmkaran e. Wiha tê nirxandin ku dewleta tirk xwest û kir jî ku adar bibe adareke întîqam û herikandina xwînê bo gelê kurd. Adar a ku têde yekem car kurdan li dijî zilmê serîhildan, veguherandin meha xwînê, êş, komkujî, darvekirin, jenosîd, dîlgirtin û şewitandina kurdan. Adarên li rojavayê Kurdistanê wiha tê pêşwazîkirin 12’ê Adarê salvegera Serhildana Qamilşo, 24’ê Adarê şewitandina Girtîgeha Hesekê, 14’ê Adarê êrîşa DAIŞ li dijî Şaredariya Qamişloyê, 18’ê Adarê roja dagirkirina Efrînê, di van rojên taybet de xeyal bikin çend kurdên bijartî di nav de rewşenbîr, zana, nivîskar, karker, endeziyar û hwd hatin dîlgirtin, kuştin, şewitandin û koçberkirin û bi hezaran jî niha çarenûsa wan nediyar e. Ji adarê hilma xwînê difûre. Hilma sêvan ji Helebçaya ku heta roja îro zarokên wê wekî nîv însan tên


