Mazlûm Ebdî bang li Koalîsyona Navneteweyî kir

Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) Mazlûm Ebdî peyamek ji civîna Koalîsyona Navneteweyî ya li dijî DAIŞ`ê ku wê li paytexta Îtalya, Roma were lidarxistin re, şand.

1 deqe xwendin

Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) Mazlûm Ebdî peyamek ji civîna Koalîsyona Navneteweyî ya li dijî DAIŞ`ê ku wê li paytexta Îtalya, Roma were lidarxistin re, şand.

Peyama fermandarê HSD’ê ya ku li ser hesabê xwe yê twîtterê belavkirî wiha ye:

Koalîsyona Navneteweyî wê sibê bicivin da ku têkçûna DAIŞ`ê û misogeriya pêkanîna serkeftina mayînde nîqaş bikin, divê em ji bîr nekin ku hîna bi deh hezaran jin, zarok û çeteyên DAIŞ`ê di kampên li Bakur û Rojhilatê Sûriyê de ne.

Em bang li koaslîsyonê dikin ku wan kesan vegerînin welatên wan û piştgiriya bernameya xwendinê û têkoşîna li dijî hêzên tundraw bikin. Her wiha piştgiriya avakirina istîqrar û geşkirina aborî li herêmên rizgarkirirî bikin, da ku sedemên bingehîn ên tundraw werin çarserkirin.”