Mazlum Ebdî û Îlham Ehmed bi nûnerên Kongreya Amerîka re civîyan
Nûnerên Heyeta Rojavayê Kurdistanê Mazlum Ebdî, Îlham Ehmed der barê Rojavayê Kurdistanê û Sûrî de bi endamên Kongreya Amerîka re civiyan.

Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) Mazlum Ebdî û Hevseroka Daîreya Têkiliyên Derve ya Rojavayê Kurdistanê Îlham Ehmed ku beşdarî Konferansa Ewlehiyê ya Munîhê bûn. Di konferansê de bi nûner, serok û rêveberên welatan re didomînin.
Mazlum Ebdî û Îlham Ehmed li odeyek konferansê bi endamên Kongreya Amerîkaya re civiyan û hat zanîn ku li ser geşedanên li Rojava û Sûriyeyê axaftin û nîqaşan kirin e. Di civînê de Wezîrê Karên Derve yê Sûriyeyê Muhammed Hesen Şeybanî jî amade bû. Mazlum Ebdî û Îlham Ehmed li konferansê bi Serokkomarê berê yê Iraqê û Komiserê Bilind ê Penaberan a Neteweyên Yekbûyî Berhem Salih re jî hevdîtinek pêk anîn.
Mazlum Ebdî û Îlham Ehmed duh êvarê jî bi Wezîrê Karên Derve yê Amerîkayê Marco Robio û Serokkomarê Fransayê Emmaneul Macron re hevdîtin pêk anîbûn.


