Mazlûm Ebdî û Îlham Ehmed bi Şara re civiyan
Fermandarê Giştî yê HSDê Mazlûm Ebdî û Hevseroka Daîreya Têkiliyên Derve Îlham Ehmed li Şamê bi serokê hikûmeta demkî ya Sûriyeyê Ehmed El Şare re civiyan.

Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) Mazlûm Ebdî û Hevseroka Daîreya Têkiliyên Derve Îlham Ehmed li Şamê bi Serokê Hikûmeta Demkî ya Sûriyeyê Ehmed El Şara re civiyan. Di hevdîtinê de Wezîrê Karên Derve yê Hikûmeta Demkî Esed El Şeybanî û nûnerê Serokê Hikûmetê Ziyad El Ayîş jî amade bûn.
Hevdîtin bi mijara nîqaşkirina temamkirina pêvajoya entegrasyona di saziyên dewletê de pêk hat.
Medyaya ser bi hikûmeta demkî ve ragihand ku di hevdîtinê de rêbazên pêşxistina hemahengiyê, şopandina gavên girêdayî entegrasyona saziyên îradî û leşkerî di nava saziyên dewletê de, hatin nîqaşkirin.


