Mazlum Ebdî û Îlham Ehmed bi senatorê Amerîkî re civiyan

Mezlûm Ebdî û Îlham Ehmed, di çarçoveya Konferansa Ewlehiyê ya Munchenê de bi Senatorê Amerîkî yê navdar Lindsey Graham re civiyan.

1 deqe xwendin
Mazlum Ebdî û Îlham Ehmed bi senatorê Amerîkî re civiyan

Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) Mezlûm Ebdî û Hevseroka Daîreya Têkiliyên Derve ya Rêveberiya Xweser Îlham Ehmed, di çarçoveya Konferansa Ewlehiyê ya Munchenê de li Almanya bi Senatorê Amerîkî yê Komarî yê navdar Lindsey Graham re civiyan.

Lîndsey Graham di çarçoveya Konferansa Ewlehiyê ya Munchenê li Almanya ji rojnamevanan re got ku Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê DYA dê wekî hevalbendek di şerê li dijî çeteyên DAIŞê de parastina gelê kurd û piştgiriya wan bike û dê Washington wan bernede.

Lindsey Graham da zanîn ku welatê wî êrişên hikûmeta demkî li dijî kurdan rawestandiye û qanûnek Amerîkî heye ku her welatekî ku piştgiriyê dide êrişên weha ceza bike.

Senator Lindsey Graham xwediyê pêşnûmeya "Parastina Kurdan" e, ku dê li Kongresa Amerîkayê were pêşkêşkirin.