Mazlûm Ebdî û Îlham Ehmed bi wezîrê Fransayê re civiyan

Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) Mazlum Ebdî, Hevseroka Daîreya Têkiliyên Derve ya Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Îlham Ehmed û Wezîrê Karên...

1 deqe xwendin
Mazlûm Ebdî û Îlham Ehmed bi wezîrê Fransayê re civiyan

Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) Mazlum Ebdî, Hevseroka Daîreya Têkiliyên Derve ya Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Îlham Ehmed û Wezîrê Karên Derve yê Fransayê Jean-Noël Barrot şeva din (23yê Nîsanê) li paytexta Herêma Federe ya Kurdistanê Hewlêrê hevdîtin kirin.

Di hevdîtinê de rêbazên piştevaniya çareseriya siyasî û ewlehî li herêmê, pêşxistina diyalogan di navbera aliyên Sûriyeyê de, her wiha rola Fransayê di piştgiriya hewldanên çareseriya siyasî de hatin nîqaşkirin.