Li Sêwregê li dijî 15ê Sibatê civîna gel li dar xist
Platforma Saziyên Demokratîk li Sêwregê bi beşdariya Hevseroka Giştî ya DBPê Çîgdem Kiliçgun Uçar û siyasetmedar Sînan Turkmen, civîna gel li dar xist. Di civînê de Komploya 15ê Sibatê nîqaş kirin.

Li navçeya Sêwregê ya Rihayê, bi boneyeya salvegera 27emîn a komploya navneteweyî ya li dijî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hatibû kirin, civîna gel li dar xistin. Civîn li Komaleya Lêkolîn û Pêşvebirina Çand-Huner û Zimanê Kurdî ya Sêwregê (ZIWAN-KURD) li dar xistin. Hevseroka Giştî ya DBP Çîgdem Kiliçgun Uçar û siyasetmedar Sînan Turkmen ê ku piştî 33 salan ji girtîgehê hatibû berdan, wekî axêver beşdarî bernameyê bûn.
Li salonê pankarta “Em ji tariya 15ê Sibatê ber bi ronahiyê ve dimeşin” ê ku wêneyê Abdullah Ocalan li ser bû, daliqandin. Di civîna ku bi beşdariya gelek welatiyan hat lidarxistin de, bandorên siyasî û civakî yên komploya 15ê Sibatê, êrişên li ser Rojava û Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk hatin gotûbêjkirin.
Civîn piştî axaftinan, ji çapemeniyê re girtî berdewam kir.


