Mazlum Ebdî û Îlham Ehmed bi Wezîrê Siûdî re civiyan
Fermandarê HSDê Mazlûm Ebdî, Hevseroka Têkiliyên Karên Derve ya Rêveberiya Xweser Îlham Ehmed û Wezîrê Hikûmeta Demkî ya Sûrî Esed Şeybanî bi Wezîrê Derve yê Erebistana Siûdî Feysel Bin Ferhan Bin Abdullah re civiyan.

Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) Mazlûm Ebdî, Hevseroka Daîreya Têkiliyên Derve ya Rêveberiya Xweser Îlham Ehmed û Wezîrê Derve yê Hikûmeta Demkî ya Sûrî Esed Şeybanî di çarçoveya Konferansa Ewlehiyê ya Munîhê ya 2026an de bi Wezîrê Derve yê Siûdî Prens Feysel Bin Ferhan Bin Abdullah re civînek li dar xistin. Wezîrê Erebistana Siûdî diyar kir ku ew amade ne piştgiriya xalên ku sûriyeyiyan li ser li hev kirine, bike û piştgiriya pêkanîna peymana 29ê çileyê anî ziman.
Fermandarê Giştî HSDê Mazlûm Ebdî spasiya xwe ji bo rola Siûdiyê ji bo piştgiriya Sûriyeyê û piştgiriya ji bo hewildanên rakirina cezayan û hêsankirina pêvajoya peymanê anî ziman.


