Mazlûm Ebdî û Marco Rubio li ser entegrasyonê axivîn
Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) Mazlûm Ebdî piştî bi Wezîrê Karên Derve yê DYEyê Marco Rubio re hevdîtin kir, daxuyanî da û diyar kir ku wan li ser mijarên entegrasyonê nîqaş kirine.

Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) Mazlûm Ebdî, Hevseroka Têkiliyên Derve ya Rêveberiya Xweser Îlham Ehmed li Munîhê bi Wezîrê Karên Derve yê DYEyê Marco Rubio re hevdîtin kirin. Mazlûm Ebdî piştî civînê pirsên rojnamevanan bersivand û diyar kir ku Wezîrê Karên Derve yê Sûriyeyê jî di hevdîtinê de amade bû û wiha axivî: "Civîn bi giştî baş derbas bû. Me li ser mijarên entegrasyonê nîqaş kir. Em li ser rewşa Sûriyeyê û pêşeroja Sûriyeyê axivîn. Bi giştî, baş derbas bû."
Mazlûm Ebdî li ser pirsa rewşa Rojava jî wiha got: "Agirbest heye û hin pirsgirêk jî hene. Em hewl didin ku van pirsgirêkan çareser bikin."


