Mazlûm Ebdî û Nûredîn Ehmed Cejna Akîtu pîroz kirin

Fermandarê Giştî yê HSDê Mazlûm Ebdî û Parêzgerê Hesekê Nûredîn Ehmed, Cejna Akîtuyê ya gelê suryan pîroz kir.

1 deqe xwendin
Mazlûm Ebdî û Nûredîn Ehmed Cejna Akîtu pîroz kirin

Navenda Ragihandina Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) peyama Fermandarê Giştî yê HSDê Mazlûm Ebdî ya ji bo pîrozkirina Cejna Akîtu parve kir. 

Mazlûm Ebdî di peyama xwe de wiha got: "Bi boneya Cejna Akîtu, ez pîrozbahiyên xwe yên germ li gelê me yê keldan-suryan-asur û hemû civakên li herêmên me dikim. Ev cejn kûrahiya şaristaniya me û nirxên nûjenkirin û hêviyê temsîl dike. Em girîngiya hevgirtinê û parastina mîrata me ya çandî û şaristanî, ku yekitî û aramiyê xurt dike, ji nû ve tekez dikin. Cejna Akîtu pîroz be! Bila ev cejn qencî û aştiyê bîne û nirxên xweş û biratî û jiyana hevbeş ji bo pêşerojek ewle û dadperwer xurt bike."

Parêzgarê Hesekê Nûredîn Ehmed jî Cejna Akîtuyê li xelkê parêzgehê yê suryan-asur-keldanî pîroz kir. Nûredîn Ehmed, di peyama xwe de da zanîn ku ev cejn temsîla mîraseke şaristanî ya kevnar dike ku kûrahiya dîroka herêmê ya hezaran salan nîşan dide û got: “Ev cejn ji bo xurtkirina nirxên hezkirin, xweşk û biratî û jiyana hevbeş di nava pêkhateyên civakê de girîng e. Hêvîdarim ku xelkê herêmê di xêr û aramiyê de bijîn û Hesekê modeleke yekitî û hezkirinê bimîne.”