MEBYA-DERê 21 şehidên Newroza 1992an bi bîr anî

MEBYA-DERê 21 kesên di Newroza 1992an de li Nisêbînê hatibûn kuştin bibîr anî.

1 deqe xwendin
MEBYA-DERê 21 şehidên Newroza 1992an bi bîr anî

MEBYA-DERê 21 kesên ku li navçeya Nisêbînê ya Mêrdînê, di Newroza sala 1992yan de hatibûn qetilkirin, li cihê ku lê hatine kuştin bi bîranîn. Di bîranînê de qurnefîl avêtin Çemê Çag Çagê.

Rêveber û endamên MEBYA-DERê, li ser Pira Şehîdan a Nisêbînê bernameyekê bîranînê li dar xist. Gelek welatî tevli bernameyê bûn. Bibîranîn bi merasîma rêzgirtinê dest pê kir. Piştî rêzgirtinê, girseyê dirûşma “Şehîd namirin” berz kir. Hevserokê MEBYA-DERê Salîh Kuday di bernameyê de axivî û diyar kir ku ew ê her tim xwedî li bîranîna her 21 şehîdan derkevin. Kuday destnîşan kir ku pîrozbahiyên Newrozê yên bi heybet ên îro, encama berxwedana mezin a sala 1992'yan e.

Piştre Hevseroka DEM Partiyê ya Mêrdînê Nîlûfer Elîk Yilmaz anî ziman ku dê têkoşîna kesên ku di sala 1992yan de li Nisêbîn, Cizîr û Şirnexê hatine kuştin mezintir bikin.

Kurê Alya Er a ku di hatibû qetilkirin, Mehmet Selîm Er jî axivî û anî ziman ku wan bi çavên xwe şahidî ji bûyerên sala 1992yan re kiriye û wiha got: “Em ê heta dawiyê xwedî li mîras û bîranînên wan derkevin.” 

Komê piştî axaftinan qurnefîl avêtin Çemê Çag Çagê û bername bi dawî kirin.