Mecbûr in rewşa Ocalan binirxînin
Der heqê Tecrîda giran a li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan û çalakiyên ji bo derxistina PKK’ê ji “lîsteya terorê”, me çend pirs ji Zanista Siyasetê, Pispora Rojhilata Navîn û Berpirsiyara Karên...

Der heqê Tecrîda giran a li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan û çalakiyên ji bo derxistina PKK’ê ji “lîsteya terorê”, me çend pirs ji Zanista Siyasetê, Pispora Rojhilata Navîn û Berpirsiyara Karên Derve ya Kongreya Netewî ya Kurdistanê (KNK) Nilufer Koç kirin.
Tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan didome. Der barê çalakiyên li Ewropayê tên li darxistin tu dikarî agahî bidî?
Ev 22 sal in kurd hem li derveyî welat û hem jî li welat di nava çalakiyan de ne. Kurd ji bo pêşerojeke azad, garantiya xwe di azadiya Rêberê xwe de dibînin. Ji bo wê hem li Başûr, Bakur, Rojhilat û Rojava û hem jî li derveyî welat çalakiyên xwe bênavber domandin û didomînin. Bêguman hemû hewldanên têkoşîna gerîla jî ji bo rizgarkirina Rêber Abdullah Ocalan in. Mirov dikare bibêje ev du salên borî bi taybetî li Ewropayê, îsal di asta navendî de bênavber li Strasbourgê ku cihê Konseya Ewropayê ye, Dadgeha Mafên Mirovan ya Ewropayê û cihê Komîteya Pêşîgirtina Êşkencê CPT ye, qet xalî nema.Wekî tê zanîn li Başûr, Bakur û Rojava gelê me di bin şertên şer de jî ji bo azadiya Rêberê xwe li kolanan bû. Ji bo azadiya Rêberê xwe di nava hewldanan de bû. Her wiha xelkê me yî Rojhilat jî li Ewropayê di nava liv û tevgerê de bû. Van çalakiyan kir ku tecrîda li Îmraliyê (ji ber ku ev tecrîd mijareke siyasî ye) bikeve rojeva saziyeke siyasî, weke CPT û dadgeha Mafê Mirovan. Ji bo ev rewş rasterast bikeve rojeva organên biryardayînê yên Konseya Ewropayê têkoşîn bi awayekî sîstematîk dewam kir. Ji ber ku ew eleqedarî mijara li Îmraliyê ne, ji ber ku Tirkiye endamê Konseya Ewropayê ye û mecbûr e peymanên mohrkirî pêk bîne. Jixwe têkoşîna gelê kurd jî li hember vê bû, ji ber ku Tirkiye ev peyman jî pêk neanî.
Bêguman berxwedana herî mezin a Rêber Apo ye. Diyar e dewletê ji bo vê yekê zext li Îmraliyê zêde kiriye. Ji bo wê jî cezayên dîsiplînê didin û nahêlin parêzer û malbat hevdîtinan pêk bînin. Ev jî xuya ye ku dixwazin hêza îradeya Rêber Apo bişkînin, lê di vir de jî serneketine. Heke li cihekî ceza hebe, li wir seknek û berxwedaneke mezin jî heye.
Tu dikarî hinekî behsa kar û xebatên di qada dîplomasiyê û xebatên li dijî tecrîdê bikî?
Îsal bi giranî çalakiyên civakî li qadan û hewldanên dîplomasiyê bi hev re meşiyan. Ev jî tê wê wateyê ku xebatên dîplomasiyê û hêza civakê bi hev re bimeşe, mirov dikare encameke erênî bi dest bixe. Ev jî min îsal dît. Kesên çalakvan gelek dosya dan saziyên peywendîdar ango wekî CPT û Konseya Ewropayê. Saziyên kurdan ên ku di Konseya Ewropayê û Parlamentoya Ewropayê de karên lobiyan dimeşînin jî hiştin ku Tirkiye ji rojeva Ewropayê dernekeve. Di nava van daxwazan de hertim Azadiya Rêber Apo hat destnîşankirin. Ji ber vê jî mijar bi giranî ket rojeva Ewropayê. Nivîs û dosya hatin amade kirin, malper hatin vekirin. Di asta navneteweyî de hemû saziyên kurdan di bin sîwanekê de bi hev re xebat meşandin. Li Şengalê di bin zilmê de jî êzidî li azadiya Rêber Apo xwedî derketin. Ne tenê li Ewropayê û ji bo Konseya Ewropayê, li ber deriyê Neteweyên Yekbûyî jî çalakî pêk hatin û dosya hatin şandin. Heta niha gelek rêxistinên Ewropî, li gel nûnerê Komîseriya Mafên Mirovan a Neteweyên Yekbûyî, li gel 7 rexistinên navdewletî çend civîn pêk hatin. Ev civîn tev jî li ser rewşa êşkenceya li Îmraliyê bû. Bi vê yekê armanc ew bû ku statûya Îmraliyê zelal bibe. Ji ber ku Îmralî cihekî bêstatû ye. Çawa kurd bêstatû ne, Îmralî jî bêstatû ye. Ku Rêber Apo li gora konvensiyona Cenevreyê tê cezakirin an jî tişteke din, li gora çi tê cezakirin nediyar e ji aliyê zagonî ve. Ji bo wê jî ew jî nikarin biryareke siyasî ya bi zagonan bigrin. Ji ber ku biryar siyasî bû, komploya navneteweyî jî siyasî bû û berdewama komployê jî siyasî ye. Tirkiyeyê xwest bi xalên zagonî ser bigre, bes ev têk çû û nemeşiya. Ji ber wê jî ev têkoşîna me li hember Neteweyên Yekbûyî, Konseya Ewropayê, Yekitiya Ewropayê meşand, ev rastî derxist holê. Mirov dikare bibêje, kirasê derewîn yê zagonan hilweşiya û rastiya siyasî derket holê. Ji ber wê îsal encameke


