Meclisa Jinan Ronahî û Bêrîvan bi bîr anîn

Meclisa Gel a Kurd û Meclisa Jinan Ronahî (Bedriye Taş) û Bêrîvan (Nilgun Yıldırım) ên ku di Newroza 1994an a Mannheimê de li dijî tundî, girtin û polîtîkayên qedexeker ên dewleta Elmanyayê bedena xwe kiribûn Newroz, li cihê ku çalakiya xwe lê pêk anîbûn bi bîr anîn.

1 deqe xwendin
Meclisa Jinan Ronahî û Bêrîvan bi bîr anîn

Li bajarê Mannheim ê Elmanyayê, bi organîzasyona Meclîsa Gel a Kurd û Meclîsa Jinan a Ronahî-Bêrîvan, ji bo bîranîna Ronahî (Bedriye Taş) û Bêrîvan (Nilgul Yıldırım) ên ku di 22yê Adara 1994an de ji bo protestokirina polîtîkayên qedexe, zext, girtin û tundiyê yên Elmanyayê yên li ser PKK û gelê Kurd laşê xwe dabûn ber agir û şehîd bibûn, çalakiyeke bîranînê hat lidarxistin. Di bîranîna ku li cihê çalakiya wan pêk hat de, di kesayetiya her du jinên şoreşger de hemû şehîdên azadiyê bi rêz û minet hatin bibîranîn. Di çarçoveya çalakiyê de Kurdistanî li qeraxa Çemê Neckarê cihê ku lê bedena xwe dabûn ber agir meşiyan. Di meşê de dirûşmên “Şehîd namirin”, “Bijî Serok Apo” û “Jin, Jiyan, Azadî” berzkirin.

Piştî meşê, li cihê çalakiyê bernameya bîranînê li dar xistin. Xizmên Ronahî çelenk danîn qadê, beşdaran jî bi kulîlkan rêz girtin. Di bernameyê de di şexsê Ronahî û Bêrîvan de ji bo hemû şehîdên azadiyê deqeyek rêz hat girtin. Piştre siyasetmedar Besime Konca axaftinek kir. Besime Konca diyar kir ku Ronahî û Bêrîvan mînakeke mezin a wêrekî û biryardariyê nîşan dane û destnîşan kir ku gelê Kurd di têkoşîna azadiyê ya bi dehan salan de berdêlên giran daye. Besîme Konca Mazlum Dogan, Zekiye Alkan, Rehşan Demirel, Sema Yuce, Ugur Şakar, Umut Acar û Kemal Kurkut, bi bîr anîn.

Di bîranînê de li gel wêneyên Ronahî û Bêrîvan, wêneyên siyasetmedarên jin ên Kurd ên li Parîsê hatibûn qetilkirin û alên TJK-E hatin hildan. Komê bi dirûşman dan xuyakirin ku ew xwedî li têkoşîna şehîdan derdikevin. Çalakiya ku tê de kêliyên bi hestiyar hatin jiyîn, bi tekeziya ku wê têkoşîn û mîrasa şehîdan bê jiyandin bi dawî bû.