Meclîsa ODTU ya HDKê û xwendekaran li zanîngeha ODTUyê Newroz pîroz kirin

Meclîsa ODTU ya HDKê û xwendekaran li zanîngeha ODTUyê Newroz pîroz kirin. Di pîrozbahiyê de endamê Desteya Hevserokatiyê yê PYD Salih Muslim ku duh jiyana xwe ji dest da hat bi bîranînin.

1 deqe xwendin
Meclîsa ODTU ya HDKê û xwendekaran li zanîngeha ODTUyê Newroz pîroz  kirin

Meclîsa ODTU ya Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK) û xwendekaran li zanîngeha ODTUyê Newroz pîroz kirin. Li cihê Newroz hat pîrozkirin pankarta li ser, “Em li pêy şopa aştiyeke birûmet dimeşin û bi rihê yên bûne Newroz têkoşînê bilind dikin” hat daliqandin. Xwendekarên zanîngehê û gelek kes tevlî pîrozbahiyê bûn. Girse li ber stranan govend gerandin û Newroz pîroz kirin.

Metna daxuyaniyê ya Kurdî ji aliyê endama Meclîsa Ciwana a ODTUyê Besna Gumuş ve hate xwendin Besna Gumuş diyar kir ku Newroz ji bo wan ji pîrozbahiyê zêdetir roja berxwedanê ye û wiha got: “Em Salih Muslim ku emrê xwe ji bo şoreşa Rojava da bi bîr tînin û soza bilindkirima têkoşînê didin. Rihê Kawayê Hesinkar li dijî Dehakan dê îro ji hêla ciwanan ve were hilgirtin. Em Cejna Newroza ku sembola hatina biharê, şiyarbûna xwezayê û berxwedanê ye, bi hêviyê pêşwazî dikin. Em ê têkoşîna xwe berfireh bikin.”

Piştî daxuyaniyê agirê Newrozê hat pêxistin. Girse demekê dirêj li ber stranan govend gerandin û bi coşeke mezin Newroz pîroz kirin.