Mehmet Emîn Çam serbest berdan

Mehmet Emîn Çam ê di lîsteya girtiyên nexweş a ÎHD'ê de girtî bû, serbest hate berdan.

1 deqe xwendin
Mehmet Emîn Çam serbest berdan

Mehmet Emîn Çam ê ku di lîsteya girtiyên nexweş a Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) de bû û du caran emeliyata dil bû, 2 roj berê sewqî ATKê hatibû kirin. Mehmet Emîn Çam, îro serbest hat berdan. Mehmet Emîn Çam, danê êvarî ji Girtîgeha Tîpa T a Bişêriyê derket. Siyasetmedaran û malbata wî ew li ber girtîgehê pêşwazî kirin. Mehmet Emin Çam li ber deriyê girtîgehê axivî û got: "Bila Kurd hemû bibin yek." 

Piştî axaftinê, Mehmet Emîn Çam û malbata xwe ber bi malê ya li Sêrtê ve bi rê ketin.