Dayika Aştiyê Munîbe Koç bi girseyî spartin axê
Dayika Aştiyê Munîbe Koç li Goristana Karşiyakayê ya Enqereyê bi girseyî spatin axê.

Dayika Aştiyê Munîbe Koç ku ji ber pênçeşera mîdeyê li Nexweşxaneya Bajêr a Etlîkê ya Enqereyê dihat dermankirin, di 14ê hezîranê de koça dawî kir. Cenazeyê Dayika Aştiyê Munîbe Koç piştî nimêja nîvro li Goristana Karşiyaka ya Enqereyê bi girseyî spartin axê. Malbat û hezkiriyên Munîbe Koç û rêxistinên siyasî û civakî û gelek welatî tevlî merasima cenazeyê bûn.
Ji bo aştî û azadiyê têkoşîya
Dayika Aştiyê Munîbe Koç di sala 1956an de li Erdexanê di gundê Mucucê de ji dayik bû. Jiyana wê di koçberî û nav têkoşîna azadî û aştiyê de derbas bû. Dayik û xwişka du şehîdan e. Di sala 1996an de tev li nav têkoşîna Meclîsa Dayikên Aştiyê bû û heta dawiya jiyana xwe di nav hemû çalakî û hewldanên ji bo aştiyê de cihê xwe girt. Herî dawî di rêveberiya DBPê de cih girt.


