Mele Selîm û Şêx Şehabedîn
Di konsolosxaneya Rûsan a Bedlîsê de hêdî hêdî amedekariya çileyê dihat kirin. Taybetî jî komkirina êzingan pêwîst bû. Demsal payîz, wext teng, hewa sar bû.

Di konsolosxaneya Rûsan a Bedlîsê de hêdî hêdî amedekariya çileyê dihat kirin. Taybetî jî komkirina êzingan pêwîst bû. Demsal payîz, wext teng, hewa sar bû. Derd li ser derdan, mirov penaber jî bibe, hemû demsal wek payîza paşîn derbasdibe. Her wiha ji bo Mele Selîm û çend hevalên wî jî li konsolosxaneya Rûsan demsala çile, berî bi şeş-heft mehan hatibû. Dil teng, dest bêçare li benda encamên bûyer û geşedanên dawiyê bûn. Hema hema her roj, Mela Selîm, li ber pacê, destberguh, li bendê bû, li benda kesekî/ê, li benda agahiyek, li benda tişteke piçûk, çi dibe bila bibe, lê tiştekî... Mixabin her demên ber bi êvarê, ew tiştek nehatîbû û nedihat. Hema hema ew heft meh in, dilê Mela Selîm, ji xem, kul û birînan tije bibû. Şev û roj bi ponijandinê derbas dibû. Gelo Şêx Şehabedîn û hevalên wî çi bûn, li ku û çawa ne? Xortên berxwedêr û dayikên wêrek û jêhatî xwe xilas kirin, an na? Gelo, ji derve berxwedan li bajarên din jî belav bûye yan hatiye tepisandin? Gelo, hevjîn û zarokên wî, hespê wî yê boz, seyê wî yê nobedarê pêşiya mala wî...? Gelo, gelo, gelo...
Di serê sedsala 20’emîn de (1900) Împaratoriya Osmanî bi temamî belav bibû û piştî Evdilhemîd jî rêveberiya Tirkiyeyê ketibû destê Îtihat-Terakî. Îtihat-terakî jî wek desthilatên bêriya xwe ji bo desthilata xwe, zext û zorê li ser bajarên kurd û ermenan zêde dikir. Taybetî jî di komkirina bacan de zêde zêde bêedaletî dikir û ji kurdan bacên zêde dawxaz dikir. Gelê kurd jî cî bi cî nerazîbûna xwe rave dida lê bertekên lewaz fayde nedikir, ji ber ku yekitî tunebû, di her bajarî de her kes bi serê xwe bû. Di van pêvajoyan de pêwîst bû ku pêşengekî/ê berpirsiyariya dîrokê bigre ser milê xwe û bi cih bîne. Nebe, bindestî berdewam dike. Di salên 1910’an de ew pêşengtî bi awayekî xwezayî diket ser milê Mele Selîm û Şêx Şehabedîn. Ji ber ku her du jî zana, qelender, wêrek û xwedêyê kesayetên rêbertî bûn.
Di salên 1911-1912’an de piştî têkçûyîna şerê Balkanan ên Îtihat û Terakî, li Tirkiyeyê qeyrana siyasî gelek kûr dibe. Liher derê, muxalifên dikevin nav liv û tevger û xebatan. Her wiha di vê pêvajoyê de Mele Selîm jî siyaset û geşedanan baş dişopîne û vê yekê wek firsendekê dibîne û bi hevalên xwe re dikeve nav xebateke berfireh. Li bajarê Bedlîs û derdorê çiqas eşîr, mezin, rûsipî û pêşengên baweriyên cûda hebin, bi tevan re têkiliyê çêdike û wateya serxwebûn û xwebûnê vedibêje, datîne holê. Di aliyê din de jî Şêx Şehabedîn, wek fermandarê arteşekê amedekariya şer dike. Armanca şerê xwebûnê mal bi mal digerîne, leşker û lehengên şerê xwebûnê kom dike. Lê desthilata Tirkiyeyê jî di ferqa tevgera kurdan de ye û plansaziya pêşîgirtinê dike. Îtihat Terakî demildest bi walitiya Bedlîsê re diaxife û ji bo tevdîrê hişyarî dide. Di meha sibata 1914’an de waliyê Bedlîsê, ji bo girtina Mele Selîm ferman derdixe û di nav çend rojan de Mele Selîm li Xîzanê li ser xebata rêxistinê tê girtin. Dema Mele Selîm tê girtin û ber bi zîndanê dikevin rê, komek şervanên kurd êrîşî leşkeran dike û Mele Selîm xilas dikin, dib


