Mem Ebasî Ebasî- Hoy Hoy Hoy Memo
Bihara gelî û newalên Herêma Botanê zû tê û xweza xemala herî xweş û delal li bejna Botanê dike diyarî. Xwezaya ku kirasê biharê li Botanê dike di heman demêde zemînekî mezin ji bo eşqê avadike.

Bihara gelî û newalên Herêma Botanê zû tê û xweza xemala herî xweş û delal li bejna Botanê dike diyarî. Xwezaya ku kirasê biharê li Botanê dike di heman demêde zemînekî mezin ji bo eşqê avadike. Ji ber wê yekê Botan meskenê çîrokên eşq û evînê ye. Maka eşqê ka çawan ji bo Mem û Zîn tevnê çîrokê raçand û nexşê evînîyê lêkiriye, wisa kêlî û nikên xemgînî ,dilşikestin û trajedîyê jî li wî tevnî kiriye. Tevnê eşqa kurd sêniya wêje û çanda kurd e li ser dîrokê û hemû stranbêj, çîrokbêj û dîrokvanên kurd daxwazî ser wê sifrê dike. De fermo em jî li rexekî wê sifrê runên û li tama wêje, çand û hunera kurd binêrin.
Me got, bihara Herêma Botanê zû tê û zemînê eşqê zû digihê û çîrokên bi êş bi jan û dil şewat zêde dibin. Çîrok heke çîrokên eşq û evîniyêbin li Botanê dilsojin. Ji bo ku Botan, li serê rêyan e û herêmeke wisan e ku zû nayê zeftkirin. Ji ber wê ye her dem bûye armanca êrişan. Her dema daxwazên serdestan ne anîye cî bi gef û êrişên tund re rû bi rû ma ye. Çîroka Memê Qeplan Axa mînakeke balkêş e ku em bigrin dest. Ji bo mijara me wêje, çand û huner e em tenê bi şêwazekî zelal hewl bidin çîrokê di çerçoveya xwezaya wê de bigrine dest. De ka werin em li çîroka Memê Qeplan Axa binêrin.
Li gorî lêkolînên me û çîrokbêjan, meskenê çîrokê, herêma Cizîr, Qereçox û Dêrika Hemko tê qebûlkirin. Stran û çîroka wê jî aydê wê herêmê ye. Bê guman li gorî hinek dengbêj û çîrokbêjan dibe ku cihê buyera wê çîrokê cuda be. Lê fikra zêde li ser qada Botanê ye. Bi texmînî di sedsala 16an de qewimî ye. Wê demê Împaretoriya Osmanî gihaye sînorên xwe yên herî fireh. Ji bo Misir û li hêla Ewropayê ve bêhtir pêş ve biçe pêwistî bi leşkeran heye û ciwanên kurd jî bi darê zorê digre leşkerîyê. Li herêmên Kurdistanê bi hezaran ciwanan digirin û dibin Stenbolê. Memê Qeplan Axa jî yek ji wan ciwanan e.
Memê Qeplan Axa zavayê yek salî ye û hê pir ciwan e. Di heft saliya xwe de bavê wî dimire û di temenekî piçûk de axatiya eşîra xwe dike. Ji ber vê yekê diya wî, wî zû di zewicîne. Navê jina wî Têlîeyşê ye û jineke bedew û delal e. Bi çûna Memo û ciwanên kurd xemgînîyeke mezin dikeve dilê Têlîeyşê û hemû eşîrê. Çûna wan weke çûna rêka çûn û nehatinê li wan tê. Lê çare nîn e. Memo êdî leşkerekî Osmanî ye û berê wî ketiye enîya şer. Li enya şer a Misirê û li pêş Ewropayê çardeh salên xwe li leşkerîya Osmanî derbas dike paşê bi gemîyan Memo bi komek leşkeran re tînin Stnbolê. Li Stenbolê piştî amadehiyekê leşkeriya Memo diqede û ji ordîgeha Osmanî derdikeve. Li gorî zagonên Osmaniyan kesên ku çardeh salên xwe li leşkerîyê temam dike, bi xemla xwe a leşkerî, bi şûr û mertal û bi hespê xwe ve ji artêşê derdikeve.
‘Her peyveke min bi zêrekî Osmaniyan e’
Memo jî wisa bi çek, bixemla xwe ya Osmanî û bi hespê xwe ji ordîgehê derdikeve û di nava kolanên Stenbolê de dimeşe. Hespê xwe teslîmî tewilxaneyekê dike û di nava sûkên Stenbolê de digere. Di nava qelebalixa sûkên Stenbolê de Memo şahidiya gelek tiştan dike û gelek tiştên ecêb dibîne. Memo bazara gelek tiştan dike û ji bo Têlîeyşê û mezin û hevalên xwe tişta dikire. Dikanek pir bala Memo dikşîne. Dikaneke tenê teraziyek tê de ye û zilamekî kal li raserî wê terazyê sekiniye. Memo mereq dike û dixwaze bizane ka ew pîremêr di wê dikana rep û rût de çi difiroşe. Memo ber bi wê dikanê ve diçe û silav dide wî kalemêrî. Kalemêr silava wî werdigire û dibêje fermo. Memo dibêje kalo tiştek di dikana te de nîn e û tu bi saetan e li ber vê teraziyê sekinîyî. Min mereq kir ka bo min bêje tu çi difiroşî. Kalo li Memo dinêre û dibêje, xortê delal ez aqil difiroşim û tişta ku ez difiroşim li vê sûkê tişta herî giranbiha ye. Her peyveke min bi zêrekî Osmaniyan e. Vêca heke pêwistiya te bi aqil hebe zêrekî zer bavêje ser terazîyê da ji bo te peyveke giranbiha bêjim. Memo zêrekî ji berîka xwe derditêxe û diavje ser teraziyê. Kalo li Memo dinêre û dibêje, şîreta min li te; hinekî zêde bimeşe lê li peyarêka neçe.
Aqil giranbiha ye û li serê herkesî nîn e
Memo dibêje êê . Kalo dibêje ewqas. Memo dibêje malxirab ka tiştek din bêje min zêrek da te. Lê kalo dibêje zêrekî din bavêje da ji bo te peyveke din bêjim, nexwê bi xwedê te peyveke din ji min nebihîst. Memo zêrekî din diavêje ser teraziyê û dibêje de ka çend peyvên din bêje. Kalo dibêje, şîreta min li te tu caran nekeve nava jin û mêran û pisgirêkên malbatên biyanî. Memo got êê. Kalo got ewqas tu dizanî aqil giranbiha ye û di serê herkesî de tuneue. Zêrekî din bavêje ser terazîyê da ji bo te peyveke din bêjim. Memo aciz dibe û zêrekî din diavêje ser teraziyê. Kalo dibêje şîreta min li te be çi dibe bila bibe bisebir nêzî hevalê xwe bibe. Memo dibêje mal mîrat min sê zêr dane te ka du peyvên din jî bêje. Bes kalo dibêje bi Elîmilah tu zêrekî din nedî te peyveke din ji min negirt. Memo bêçare dimîne û ji wê dikanê dûr dikeve.
Memo jî berê xwe dide malekê
Memo bi wê buyerê xwe weke zilamekî hatiye xapandin dihesibîne. Hema tê hespê xwe ji tewlê derdixe tiştên kirîne di xurcika hespê de bicîh dike û siwar dibe û ji bajarê Stenbolê derdikeve. Memo du şev û du rojan dajo û digihe karwanekî. Dema karwan digihêje serê duriyanekê, komek ji karwan dibêje em ê di peyarêyekê re biçin. Ango di rêya nêz de. Yek ji Memo re dibêje tu jî were û Memo dixwaze bi wan re here. Lê dema gotina kalo tê bîrê ji xwe re dibêje bira min zêrekî xwe daye bi xwedê ez di peyarê re naçim û bi wan re naçe. Demekî şûnde Memo û karwan lê dinêrin ew koma ku di peyarêyê de çûne li ser rê li benda wan in û di halekî perîşan de ne. Memo dipirse gelî hevalan ew çi halê we ye, çi bi serê we hatiye. Ew kom dibêje em di peyarê de hatin şelandin û hemû pereyên me ji me standin. Memo digirnije û dibêje dêmek zêrên min dane aqilfiroşî badilhewa neçûne. Memo hespê xwe dajo û piştî demekê digihijin gundekî û herkes bo xwe ciyekî peyda dike. Memo jî berê xwe dide maleke li perê gund û li derîyê wê malê dixe. Zilamek jê re derî vedike û dibêje fermo. Memo dibêje ez rêwî me û dixwazim bibim mêhvanê we. Xweyê malê di


