Kobanê 21 roj in di dorpêçê de ye
Dorpêça li ser Kobanê di roja 21an de didome. Ji ber dorpêçê û nebûna ceyran, av, xurek û xizmetên tenduristiyê, krîza însanî roj bi roj zêde dibe.

Dorpêça HTŞ, DAIŞ û komên paramîlîter ên girêdayî dewleta tirk a li ser bajarê Kobanê di roja 21an de didome. Di roja 21an a dorpêçê de krîza însanî ya li bajar her ku diçe girantir dibe.
Kobanê ligel 360 gund, 5 bajarok û 2 navçeyên xwe xwedî nifûseke nêzî 600 hezar kesî ye. Piraniya xelkê herêmê debara xwe bi çandinî, sondajên bîrên avê û xwedîkirina sewalan dikin. Kobanê ku xwedî gundewarekî fireh e, di warê navenda bajêr de cihê nîştecîhbûnê piçûk e û binesaziya wê li gorî nifûseke sînorkirî ye. Lê belê ji ber dorpêça 21 rojan a komên ser bi hikûmeta demkî ya Şamê yên bi piştgiriya dewleta tirk, bi hezaran gundiyên ku ji êrişan reviyan, neçar man xwe bispêrin navenda bajarê Kobanê.
Herwiha ji kampên penaberan ên li Tebqa, Reqa, Eyn Îsa û Girê Sipî jî gelek kes hatin Kobanê. Piraniya penaberan di dibistanan, dukanên vala û hinek jî di nav wesayîtên xwe de jiyana xwe didomînin. Bi taybetî di mijara germkirinê, spartinê û pêdiviyên bingehîn ên jiyanê de zehmetiyên giran tên kişandin.


