Mêr li Erdexanê jinek kuşt
Li Erdexanê Nursel Ozer ji aliyê mêrê ku dest ji keça wê berdabû ve hat kuştin.

Li gundê Bangis a Erdexanê jina bi navê Nursel Ozer ji aliyê mêrê ku dest ji keça wê berdabû ve hat kuştin. Piştî kesên derdorê agahî dan, leşker û tîmên tenduristiyê hatin cihê bûyerê. Di kontrolên ku hatin kirin de hat diyarkirin ku Nursel Ozer hatiye kuştin. Cenazeya Nursel Ozer ji bo otopsiyê rakirin morga nexweşxaneyê. Gumanbar ji cihê bûyerê reviya. Hat hînbûn ku ji bo girtina gumanbar lêgerîn didome.


