‘Mêrdîn dikare bibe mînaka Tirkiyeyê’
Parlamentera DEM Partiyê ya Mêrdînê Berîtan Guneş di Lîjneya Giştî ya Meclisê de diyar kir ku pirzimaniya Mêrdînê û got: “Pirzimaniya Mêrdînê dikare ji bo Tirkiyeyê bibe mînak.”

Parlamentera Mêrdînê ya DEM Partiyê Berîtan Guneş li Lîjneya Giştî ya Meclisa Tirkiyeyê li ser mijara pirrengî û pirzimaniya Mêrdînê mafê axaftinê girt û got: “Dewlemendiya Mêrdînê dikare ji tevahî Tirkiyeyê re bibe mînak.”
Berîtan Guneş bal kişand ser polîtîkayên yekzimanî ku ziman, bawerî û rengên cuda tunedihesibîne û got: “Saziyên dewletê yên Mêrdînê berovajî pir rengî, pirzimanî û pirbaweriya Mêrdînê tevdigerin. Em wekheviya ziman û baweriyan dixwazin.”
Berîtan Guneş destnîşan kir ku zextên li dijî zimanê Kurdî berdewam dikin û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Werin em dev jî vê serdema înkarê berdin û bi qanûnên aştiyê xwişk-biratiya ziman û çandan bi hev re ava bikin. Piştî 3 rojan 15'ê Gulanê Cejna Zimanê Kurdî ye. Divê zimanê Kurdî tenê bi dersên hilbijartê re nayê sînorkirin. Dev jî vê şerma ku pêşiya perwerdehiya Kurdî astengiyan derdixîne berdin. Di arefeya Cejna Zimanê Kurdî de di serî de ji bo Kurdî û mafê hemû ziman û çandan bi qanûnan misoger bikin û pêşiya perwerdehiya zimanê dayikê vebikin. Zimanê dayikê tenê peyvan pêk nayê. Zimanê dayikê bîr e, nasnameya yekem û xwebûnê ye. Azadiya Kurdî ezmûna demokrasiyê ye.”


