Merheba Azadiya Welat
Wek jineke kurd li xerîbiyê, ji malbateke feodal, bûkeke biçûk, Azadiya Welat bû cihê azadî, hebûn û xweîfadekirina min.

Rojnameya Azadiya Welat ji min re ne tenê platformek nivîsandinê, ew bingeha geşbûna kurdiya min e. Cara yekemîn di sala 2008an, min li ser rûpelên wê dest bi nivîsandina kurdî kir. Wê demê nivîsandin ji min re ne tenê çalakiyek, vegotina nasnameya min bû.
Tê bîra min, nivîsa min a yekemîn a ji bo quncikê min heft saetan girt ku ez binivîsînim. Ew hevalên wê demê bi sebr û dilxwazî nivîsên min sererast dikirin. Ez ji wan re gelekî minetdar im.
Wek jineke kurd li xerîbiyê, ji malbateke feodal, bûkeke biçûk, Azadiya Welat bû cihê azadî, hebûn û xweîfadekirina min. Ew platform bû per û baskên min. Di hundirê min de têkoşîn û lêgerîna hebûna min afirand. Her çiqas rûyê min dikeniya, di nav dilê min de nalîn û bahoz diliviyan, weke gelek jinên kurd.
Di van salên borî de, rastiya jiyanê gelek tişt guherandin. Welatê min ne ewle bû ku ez vegerim Ameda rengîn an jî biçim Çewlika zaroktiya xwe. Bi hesreta gora birayê xwe yê biçûk dijîm ku min ji Swêdê rêkir û li welêt ew spart axê.
Min li zanîngeha Linneuniversitet beşa ragahandinê qedand û piştî wê jî beşa perwerdehiyê. Niha li Swêdê weke mamoste, perwerdehiya sosyolojî û dîrokê didim zarokan. Lê belê, di quncikekî dilê min de xeyala nivîsîna ji Azadiya Welat re her hebû.
Di heman demê de, berxwedana li Rojava û rola jinên kurd di vê têkoşînê de, bû deng û nîşana hêza gelê me ya li dijî dagirkeran. PKK dawî li têkoşîna çekdarî anî û pêvajoyeke nû dest pê kir.
Dema Azadiya Welat li min geriya û got me dîsa dest bi weşanê kir, hesteke wisa li min peyda bû, wek vegera mirovêke ku ji mala xwe dûr ketibe û dîsa vedigere mala xwe.
Ji îro û pê ve ji du hefteyan carekê, ez ê bi we re bim. Hêvî dikim ku weke berê hûn bi nêrîn û rexneyên xwe min bişopînin. Vegera min ne tenê vegera kesekê, her wiha hewildanek e ji bo ku ez bibim dengê wan kesan ku dengê wan kêm tê bihîstin: zarokên bêkes, kesên li welatê dagirkirî... Heger bibim hestên mirovekî bêdeng ji bo min serkeftin e.
Bi hêviya ku em dîsa li ser heman rêyê, bi hev re bimeşin û bi hev re biafirînin, careke din dibêjim: merheba Azadiya Welatê min.


