Hişê komelî û pêvajoya înkarê
Ya ku îro pêwîst e ne afirandina têgihên nû ye, lê fêmkirina kûrahiya hişê komelî ye. Civakek ku bi sedsalan trawma û berxwedan di nav xwe de hilgirtibe, nikare bi gotinên kurt û şertên sînorkirî were razîkirin. Çareserî tenê dema ku di asta psîkolojîk de jî hesteke rastîn a ewlehî û wekheviyê diafirîne, dikare mayinde be.

Pirsgirêka kurdî gelek caran di çarçoveya siyasî yan jî ewlehiyê de tê nîqaşkirin, lê di bingeha xwe de ew pirsgirêkeke psîkolojiya komelî ye. Ji ber ku daxwaza civakekê ya azadiyê ne tenê daxwazeke siyasî ye; herwiha encama tecrûbeyên dîrokî, trawmayên komelî, şer, koç, înkar û lêgerîna nasnameyê ya dirêj e. Ev hemû tecrûbe di hişê civakî de têne komkirin û dem bi dem dibin bingeha reaksiyonên siyasî û civakî.
Di vê çarçoveyê de, zimanê ku ji aliyê dewletê ve tê bikaranîn, tenê amûrek ragihandinê nîn e; ew amûrekî psîkolojîk e ku têgihiştina rastiyê rê dide. Gotinên weke çareserî, asayîbûn, yekbûn an jî dema nû dikarin wekî nîşaneya vebûneke siyasî xuya bikin. Lê dema ku ev gotin bi dubarekirin û di heman şertan de têne bikaranîn, ew dibe ku wateya rastiyê biguherînin û hişê komelî li gorî çarçoveyeke nû bi rê ve bibin. Di psîkolojiyê de tê zanîn ku kontrol ne tenê bi zorê tê çêkirin; herwiha bi watedan û watestandinê jî tê çêkirin. Ev jî wateya wê ye ku rastî nayê wendakirin, lê şêweyê têgihiştina wê tê guherandin. Bi vî rengî, civak di nav şertên ku di rastiyê de neasayî ne de, dikare hest bike ku ew şert asayî ne. Ev jî yek ji rêbazên herî nazik ên domandina sîstemê ye.
Di psîkolojiya komelî ya kurdan de ev pêvajoya dirêj du aliyên sereke ava kirine. Yekemîn, tecrûbeyên trawmayî yên dîrokî (înkar, zext, şer û koç), hesteke berxwedanê û xurtbûna nasnameyê ava kirine. Ev hest, bingeha hêza civakî ye û dibe sedema ku daxwazên azadiyê bi berdewamî werin bilindkirin. Lê aliyê duyemîn jî hene: ew jî hesta neewlehî û şikê ye. Ji ber ku tecrûbeyên berê gelek caran nîşan dane ku gotin û pratîk hev nagirin. Ev jî di hişê komelî de mekanîzmayeke parastinê diafirîne. Civak hîn dibe ku her gotinekê ne bi rêzê, lê bi paşxaneya wê binirxîne. Ji ber vê yekê, her gotina ‘çareseriyê’ bi hesteke temkînê tê pêşwazîkirin.
Pirsgirêka ewlehiyê jî li vir girîng e. Ji aliyê psîkolojiyê ve, ewlehî şertê bingehîn e ji bo avakirina pêwendiyên baweriyê. Heta ku şertên wekî tecrîd, îzolasyon û sînorkirina qada siyasî dewam bikin, ev ewlehî nayê avakirin. Ji ber vê yekê, gotinên hiqûqî yan jî siyasî, bêyî guhertina şertên rastîn, di asta psîkolojîk de nayên qebûlkirin. Di heman demê de, neguncanbûna di navbera polîtîkaya hundir û derve de, ev psîkolojiya şikê hîn xurtir dike. Dema ku li derve zext li ser kurdan dewam dike, lê li hundir zimanê ‘çareserî’yê tê bikaranîn, civak ev yek wekî dubarekirina tecrûbeyên berê dibîne. Ev jî di hişê komelî de hesteke ‘ne rast e’ diafirîne.
Ji ber vê yekê pirsa bingehîn ne tenê siyasî ye, lê psîkolojîk e jî: Gelo di şertên ku nasname û daxwazên civakekê tên sînorkirin de, dikare pergalek demokratîk ava bibe?
Bersiva psîkolojiyê diyar e: na. Ji ber ku demokrasiya tenê pergala qanûnî nîn e; ew di heman demê de hesteke nasînê, qebûlkirinê û wekheviyê ye. Heta ku civakek hest bike ku ew nayê nasîn an jî wekhev nayê dîtin, ew pergal di hişê wî de demokratîk nabe. Tecrûbeya kurdan a dîrokî ev rastî daye hînkirin ku azadî û demokrasî bi hev ve girêdayî ne. Ev ne tenê tespîteke teorîk e, lê encama tecrûbeyên zindî ye. Ji ber vê yekê, her pêvajoyek ku yek ji van ji ya din qut dike, di asta psîkolojîk de ne qebûl dibe.
Ji ber vê yekê, ya ku îro pêwîst e ne afirandina têgihên nû ye, lê fêmkirina kûrahiya hişê komelî ye. Civakek ku bi sedsalan trawma û berxwedan di nav xwe de hilgirtibe, nikare bi gotinên kurt û şertên sînorkirî were razîkirin. Çareserî tenê dema ku di asta psîkolojîk de jî hesteke rastîn a ewlehî û wekheviyê diafirîne, dikare mayinde be.
Di encamê de, pirsgirêka kurdî pirsgirêkeke nasîn, hebûn û wateyê ye. Ev pirsgirêk bêyî fêmkirina psîkolojiya komelî nayê çareserkirin. Her nêzîkatiya ku vê asta psîkolojîk nehesibîne, dê bi awayekî din pirsgirêkê dubare biafirîne.


