Mexmûrî 1010 rojin ji bo azadiya fizikî nobetê digirin
Şêniyên Wargeha Mexmûrê ji bo azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, 1010 rojin nobetê digirin. Çalakgeran anîn ziman ku heta azadiya fizîkî bi dest bixin dê çalakiya xwe berdewam bikin.

Şêniyên Wargeha Penaberan a Şehîd Rûstem Cûdî (Mexmûr) di 20ê Tîrmeha 2023an de ji bo azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan dest bi nobeta azadiyê kirin. Çalakiya nobetê di roja 1010an de bi koma 196an bi biryardariyek xurt çalakiya nobetê didome.
Merasîma dewir girtina çalakiya nobetê ku li navenda Saziya Malbatên Şehîdan a Mexmûrê lidar ket de endam û rêveberên saziyên civakî û gelek şêniyên wargehê amade bûn. Piştî deqeyek rêzgirtin ji aliyê Komîteya Tendirustiyê ya Mexmûrê ve daxuyaniyek hat dayîn. Endama Rêveberiya Qada Tendirûstiyê Bîşeng Yildirim daxuyanî da. Bîşeng Yildirim diyar kir ku di pêvajoya şerê cîhanê yên sêyemîn de girîngî bi rêxistinbûnê heye û got: “Ji bo têkoşîna Rêber Apo karîbû bi tevgera Azadiya Kurdistanê re destkeftiyên mezin bi dest bixe û li ser lingan bihêle divê bi awayekî fizîkî azad bibe.”
Bişeng Yildirim da zanîn ku hêzên desthilat li herêmê; çi stratejik dibe çi jî taktîkî, nekariye biryardariya gelê Kurd ya ji bo Rêbertiya azad, civakek azad û demokratik bişkîne û wiha axivî: “Hêzen derve nekarîye Rêxistinbûna wê têk bibe. Bi taybet di aliyê pêvajoya çareseriyê ya li Bakurê Kurdistanê bi rêve diçe de, bê dengî û ne cidî bûna dewlet û hikûmetê weke leyiskekê nekariye bigihe encamê. Berovajî vêya gelê kurd di aliyê tekoşina xwe ya rewa de rêxistinbûna xwe hîn xurttir kiriye û armanca xwe ya bingehîn weke Rêbertiya azad daniye holê. Li ser vî bingehî li her çar parçeyên Kurdistanê û ji derveyî welat ji bo azadiya fîzîki ya Rêber Apo, bi wê ve girêdayi jî azadiya civakê û demokratikbûnê gelên bindest li ser piya ne. Çalakiya me ya ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Apo bi biryardariyek hîn mezintir wê heta bighije encamê wê berdewam bike û di rêya aştî û civaka demokratik de bimeşe.”
Di merasîma dewr girtina nobetê de wêneyên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hatin bilind kirin û dirûşmeyên “Bijî Serok Apo” û “Bê Serok Jiyan Nabe” hatin berz kirin.


