Mexmûrî 1065 roj in ji bo azadiya fîzîkî nobetê digirin
Şêniyên Wargeha Mexmûrê ji bo azadiya fizîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, bi koma 205an di roja 1065an de Nobeta li Wargehê berdewam dikin. Çalakgeran di nobetê de gotin: “Wê azadiya fizîkî ya Rêber Apo, bi têkoşîna jina azad û civaka azad a rêxistin kirî pêk bê.”

Çalakiya Nobetên ya li Wargeha Penaberan a Şehîd Rûstem Cûdî (Mexmûr) ku di 20 Tîrmeha 2023an de ji bo azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hatiye destpêkirin, bi koma 205an û di roja 1065an de didome.
Nobeta dewrgirtinê ku li Navenda Saziya Malbatên Şehîdan ya Mexmûrê pêk hat, endam, rêveberên saziyên civakî û gelek welatiyên wargehê tevlî bûn. Çalakgeran di çalakiyê de wêneyên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, bilind kirin û gelek caran dirûşmeyên “Bijî Serok Apo”, “Bê Serok Jiyan Nabe” û “Jin Jiyan Azadî” berz kir. Piştî deqeyek rêzgirtinê, Endama Koordînasyona Meclisa Îştar’ê Bêrîvan Îşlek axivî.
Bêrîvan Îşlek anî ziman ku bi salan e li ser Rêberê Gelê Kurd tecrîdeke girankirî tê meşandin û got: “Tecrîda tê meşandin jî her kes dizanê ku tenê ne li ser kesekî, di kesayetiya Rêber Apo de, li ser jina azad, li ser civaka azad li ser xeta demokrasî û aşîtiyê tê meşandin.”
Bêrîvan Îşlek di berdewamiya axaftina xwe de da zanîn ku li dijî tecrîdê bi salane ku weke gelê Kurd û dostên gelê kurd di nava çalakiyan de ne û wiha berdewam kir: “Gelê Wargeha Mexmûrê jî, ev nêzî 3 salin, bi dil û can nobeta ji bo azadiya fizîkî ya Rêber Apo, bi awayekî bi biryar didomîne. Heya azadiya fizîkî ya Rêber Apo mîsoger nebe wê ev çalakî bê berdewamkirin.”
Bêrîvan Îşlek destnîşan kir ku Rêber Apo ji ber ku ne tenê kesayeteke û diyar kir ku ew ji bo gerdûnek azad û jiyanek azad têdikoşe.
Bêrîvan Îşlek di dawiya axaftina xwe de bal kişand ser tecrîda salan û got: “Dijmin ji bo tolê ji Rêber Apo hilîne tecrîdê giran dike. Lê Rêber Apo bi pêşkêş kirina paradîgmaya ‘Jin Jiyan Azadî’ dîwarê koletiyê hilweşand. Wê azadiya fizîkî ya Rêber Apo, bi têkoşîna jina azad û civaka azad ya rêxitin kirî, dîsa wê bi aşîtî û civaka demokratîk wê bê mîsoger kirin û ev jî ji bo me biryareke.”


