Mexmûrî Hezar û 60 roj in nobetê digirin
Çalakiya Nobetên ya li Wargeha Penaberan a Mexmûrê ji bo azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hatibû destpêkirin, hezar û 60 rojin didome.

Çalakiya Nobetên ya li Wargeha Penaberan a Şehîd Rustem Cûdî (Mexmûr) ku di 20 Tîrmeha 2023an de ji bo azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hatibû destpêkirin, bi koma 204an dewam dike. Mexmûrî ku her hefte çalakiyê dewir dikin, Hezar û 60 rojin li ser hev nobetê digirin.
Dewirgirtina çalakiyê li Saziya Malbatên Şehîdên a Mexmûrê bi amadebûna gel bi deqeyek rêzgirtinê ji bo giyanê tevahî Şehîdên Azadiya Kurdistanê destpê kir. Piştî rêzgirtinê li ser navê koma 203an Qeder Kar daxuyaniyek da.
Qeder Kar, anî ziman ku têkoşîna ji bo azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan dimeşînin, di vê pêvajoyê de gihiştiye astekî cûda û wiha got: “Ji ber ku meşa Rêber Apo ya ku ji roja destpêka têkoşînê heta niha dom kiriye, îro bûye meşa bi milyonan. Îro li seranserê cîhanê ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Apo çalakî tên lidarxistin.”
Qeder Kar, da zanîn ku wekî gelê kurd û dostên kurdan, pêwîste ku têkoşîna wan a esasî belavkirina fikir û felsefeya Rêber Abdullah Ocalan be û wiha axivî: “Beriya 27 salan, heta niha, fikir û felsefeya Rêbertî bûye tirsa desthilatdaran. Jixwe yek ji sedemên dîlgirtina Rêbertî ev bû. Ji ber wê yekê, belavkirin û fêmkirina fikrên Rêbertî wê me hîn zêdetir nêzî azadiya fîzîkî ya Rêbertî bike. Bi taybetî, belavkirina manîfestoya ‘Aştî û Civaka Demokratîk’ a Rêbertî wê azadiya mirovahiyê jî bi xwe re bîne.”
Qeder Kar anî ziman ku pêwîste bi hemû hêza xwe, wek rûbarên diherikin qet nerawestin û wiha lê zêde kir: “Divê em meş û têkoşîna xwe ya ji bo azadiya fîzîkî ya Rêbertî hîn mezintir bikin. Ji ber ku em dizanin, dema di tariyê de çirûskek hat pêxistin, êdî vemirandina wê ne gengaze. Emê jî vê meşa pîroz heta lûtkeya serkeftinê bimeşînin. Rêya me rêya rûmetê ye û emê heta dawiyê li ser vê rêyê bin. Ji roja ku me dest bi çalakiyên xwe kiriye heta îro, peyva li ser zimanê me yeke; heta ku azadiya fîzîkî ya Rêber Apo mîsoger nebe, em dev ji têkoşîn û çalakiyên xwe bernadin! Emê her qadê bikin qada berxwedanê û agirê têkoşîna xwe hîn bêtirgeş bikin.”
Merasîma dewrgirtinê bi dirûşmeyên ‘Bê Serok Jiyan Nabe’ û ‘Bijî Serok Apo’ dewrî koma din hate kirin.


