Her roja derbas dibe xeterî zêde dibe

Siyasetmedar Dîlan Dîrayet Taşdemîr, li ser armanca çalakiya li pêş Konseya Ewropayê (KE) diyar kir ku KE biryarên ku DMMEê girtine naşopîne û zextan li Tirkiyeyê nake û got: “Her roja derbas dibe xeterî zêde dibe.”

1 deqe xwendin
Her roja derbas dibe xeterî zêde dibe

Di çarçoveya civîna Komîteya Wezîran a Konseya Ewropayê ya di navbera 9-11ê Hezîranê de, siyasetmedarên kurd û Kurdistanî yên di însîyatîfa “Ji Abdullah Ocalan re azadî, ji pirsgirêka Kurd re çareseriya demokratîk” de cih digrin, li pêşiya Konseya Ewropayê daxuyanî dan çapemeniyê. Di daxuyaniyê de xwestin ji bo Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan “mafê hêviyê” were naskirin. Siyasetmedaran ji saziyên Ewropayê xwestin berpirsyariyên xwe bi cih bînin.

Li ser helwesta Konseya Ewropa û Mafê Hêviyê Siyasetmedar Dîlan Dîrayet Taşdemîr anî ziman ku gelek siyasetmedar, rewşenbîr û gelek dostên kurdan, li Strasbûrgê, li pêş Konseya Ewropayê bal kişandin ser Mafê Hêviyê û got: “Demek dirêje Kurdistanî ji bo Mafê Hêviyê nobetê digirin. Li Konseya Ewropa 3 rojan Komîteya Wezîrên kom bûn. Li ser ‘Biryarên ku dane ketine meriyetê an na’ niqaş kirin. 12 sal berê DMMEyê li ser rewşa Birêz Ocalan de biryar da. Konseya Ewropa di îlona 2025an de dîsa biryar da û xwest Tirkiye heta Hezîranê Mafê Hêviyê pêk bîne. KE yê diyar kir ku Tirkiye mafê hiqûqî û şexsî yê birêz Ocalan binpê kiriye û sûcê li dijî mirovahiyê pênase kir. KE yê ji Tirkiyeyê xwest ku biryaran pêk bîne. Gelek caran hiqûqnas, siyasetmedar û nûnerên mafên mirovan li pêş Konseya Ewropa daxuyanî dan. Ji KE yê xwestin ku Tirkiye gavan bavêje. Me jî li vir hem bang li KE û Tirkiyeyê kir. Me xwest ku Tirkiyeyê erka xwe pêk bîne. Ji ber ku KE biryarê digirin, lê piştre biryara xwe naşopînin. Di gotinê de xemgînin, lê di pratîkê de ne wisa ye. Hikûmet biryarên DMMEyê binpê dike.”  

Dîlan Taşdemîr anî ziman ku wan beriya civînê xwest Mafê Hêviyê bînin bîra KE yê û wiha axivî: “Heta ku raya giştî û hêzên demokratîk zextan li KE neke, ew nakevin tevgerê. Biryaran digirin, lê ji bo biryar têkevin meriyetê gavan navêjin. Li ser têkiliyên siyasî, aborî û berjewendiyên dewletan, KE gavan nade avêtin.”  

Ew roj ev roj e 

Dîlan Taşdemîr bal kişand ser girîngiya pêvajoyê û wiha pêde çû: “Niha ji bo Tirkiyeyê û ji bo kurdan jî pêvajoyeke cuda heye. Roja ku Mafê Hêviyê têxin meriyetê ev roj e. Pêvajoya ku Mafên Mirovan û Mafê Hêviyê pêk bînin ev dem e. Du sal berê bi pêşengiya Birêz Ocalan pêvajoyek hate destpêkirin. Eger Mafê Hêviyê pêk bê, dê destê hemû dewletan sivik bibe. Neçareseriya pirsgirêka kurd, li Sûriye, Îran, Iraq, Tirkiye û Ewropa pirsgirêk e. Em ji Tirkiyeyê daxwazeke zagonî û gerdûnî dixwazin. Em dixwazin zagonên ku li dijî mafên mirovan sûç e biguherînin.”  

Dîlan Taşdemîr destnîşan kir ku DMMEyê gotiye Tirkiye hiqûqa xwe jî binpê kiriye û wiha lê zêde kir: “Me xwest berpirsiyariya KE yê û Tirkiyeyê bînin bîra wan.” 

Statu nebe çareserî nabe 

Dîlan Taşdemîr, bilêv kir ku tenê bi gotinê nabe û wiha pêde çû: “Zagonên Ewropa jî îhlal dikin. Tecrîd li ser Birêz Ocalan didome. Di şexsê wî de tecrîd li ser hezaran girtiyan heye. Bi sedan kes nayên berdan.” 

Dîlan Dîrayet Taşdemîr der barê xebata ku li se mafê Statuyê jî tê kirin rawestiya û got: “Mafê Hêviyê mafekî zagonî ye. Di zagonên Tirkiyeyê û Ewropa de hatiye naskirin. Niha di vê pêvajoyê de Birêz Ocalan li ser navê kurdan muzakereyê dike. Lê li hemû derên cîhanê kesên ku muzakereyan dikin şert û mercên wan wekî hev e. Di muzakereyan de yek girtî û yek azad nabe. Ji bo pêvajo pêş bikeve, Tirkiye mecbûre statuya kurdan û Birêz Ocalan nas bike. Divê statu bi fermî bê nasîn, azad bibe û li dervê girtîgehê karibe muzakereyan bike. Dema herî baş ev dem e. Eger çareseriyê dixwazin wê demê divê gavan bavêjin. Aliyekî gavên pêwist avêtiye û her tim ji bo çareseriyê hewl dide. Lê aliyê din gavan navêjin. Muzakere bi yek alî naçe.”  

Dîlan Taşdemîr li ser hewldanên ku li Ewropa pêş dikevin jî rawestiya û wiha lê zêde kir: “Demek dirêje gelek aktîvîs û parazvanên mafên mirovan, siyasetmedar û kesên xelatên Nobelê girtine û kesên li cîhanê têne nasîn, komek çêkirin û ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan û ji bo gavên şênber ên çareseriyê bêne avêtin  di nava hewldanan de ne.  Dema pêvajo pêş ket meriyetê û hewldanên Birêz Ocalan çêbûn, bê guman di nava civakê de xabat didomin. Kurd di her alî de ji bo mafê hêvî û azadiyê xwe amade dikin. Divê saziyên di vê mijarê de biryar dane gavan bavêjin. 

Dîlan Dîrayet Taşdemîr bang li hemû kesên eleqeter kir û got: “Hemû kurdên li dervê welat zor û zahmetiyan dijîn. Sedema hemû zor û zahmetiyan û hemû kaos û qeyrana ku gelê Tirkiye û Rojhilata Navîn dijî şer e. Mafê Hêviya Rêber Ocalan ji bo me hemûyan hevî ye. Hêz, bandor û tecrûbeya Rêber Ocalan heye ku hemû deriyên aştiyê veke. Çareseriya pirsgirêka kurd çareseriya hemû pirsgirêkan e. Dê bibe sedem ku Tirkiye demokratîk bibe. Çareseriya pirsgirêka kurd dê bandorê li tevahiya Rojhilata Navîn bike. Ji ber vê yekê jî Mafê Hêviyê Mafê Aştiyê ye. 

Dîlan Taşdemîr li ser nexşerêya Rêber Abudllah Ocalan a Zagonên Çarçove û dirêjkirina pêvajoyê jî rawestiya û got: “Bêguman pirsgirêka sed salî di rojekê de çareser nabe. Lê pirsgirêkên ku demkurt bêne çareserkirin jî hene. Ew jî divê dewlet feraseta xwe biguherîne. Bi hişmendiya berê nameşe.  Lê em dibînin ku di nava dewletê du dubendî heye. Siyaseta ku dixwaze pêvajoyê dirêj bike xetereyeke mezin e. Her roja derbas dibe xeteriyê zêde dike. Gelek kesên dixwazin di vê pêvajoyê de berjewendiyên xwe yên qirêj têxin meriyetê hene. Xeterî zêde dibe.”