Mezlûm Ebdî û Îlham Ehmed bi Serokê Firansayê re hevdîtin kir
Fermandarê HSDê Mazlum Ebdî û Hevseroka Daîreya Têkiliyên Derve ya Rêveberiya Xweser Îlham Ehmed di çarçoveya Konferansa Munîhê de çûn Fransayê û bi serokê Fransayê Emmanuel Macron re hevdîtin kir.

Navenda Ragihandina Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) daxuyand ku di çarçoveya Konferansa Ewlehiyê ya bajarê Munîhê yê Almanyayê de, Fermandarê Giştî yê HSDê Mezlûm Ebdî, Hevseroka Daîreya Têkiliyên Derve ya Rêveberiya Xweser Îlham Ehmed bi serokê Fransa Emmanuel Macron re hevdîtin kir.
Li gorî navendê, di hevdîtinê de, şandeyê spasiya xwe ji Serok Macron re ji bo piştgiriya berdewam a Fransayê, bi taybetî ji bo hewldanên wê yên ji bo pêşxistina agirbestê û xurtkirina aramiyê, anî ziman. Her wiha girîngiya piştgiriya berdewam a navneteweyî ji bo misogerkirina pêkanîna lihevkirina 29ê Çile û bicîhanîna bendên wê hate tekezkirin, ku dikeve xizmetî rêveçûna entegrasyonê û aramiya Sûriyeyê. Navendê destnîşan kir ku Serok Macronê jî diyar kir ku dê Fransa xebat û hewldanên xwe di vê çarçoveyê de bidomîne û pesna rola ku HSDˊê di têkoşîna li dijî terorê, xurtkirina ewlehî û aramiya herêmê de dide, da.


