Mike Pompeo: Amerîka li Sûriyeyê qumarek dilîze

Wezîrê Karên Dervê yê DYAyê yê berê Mike Pompeo di gotarek ji The Washington Postê re nivîsandî de polîtîkayên Trump rexne dike û encamên van polîtîkayan li Sûriyeyê wekî xeteriyek mezin ji bo berjewendiyên Amerîkayê dinirxîne.

1 deqe xwendin
Mike Pompeo: Amerîka li Sûriyeyê qumarek dilîze

Wezîrê Karên Dervê yê DYAyê yê serdema yekemîn a rêveberiya Donald Trump têkildarî pêşketin û geşedanên li Rojavayê Kurdistanê û Sûriyeyê pêk tên ji rojnameya The Washîngton Postê de gotarek nivîsand. Mike Pompeo di nivîsa xwe ya bi sernavê “America is looking at a dangerous gamble in Syria/Amerîka li Sûriyeyê qumarek xeternak dilîze” de bal kişand ser talûkeya polîtîkayên Serokê DYA Donald Trump. Pompeo dibêje ku pêşveçûnên li Sûriyeyê ji bo DYAyê xetereyên girîng dihewîne.

Li gorî Pompeo her gava ku Washington di siyaseta xwe ya li Sûriyeyê de şaş biavêje, dikare destkeftiyên ku di salên dawî de, bi taybetî di qada ewlehî û şerê li dijî terorê de hatine bidestxistin, bixe xetereyê. Pompeo di nivîsê de serkeftinên ku di dema serokatiya berê ya Donald Trump de li dijî DAIŞê hatine bidestxistin û hêzdarkirina avahiya ewlehiya herêmî wek destkeftiyên girîng dinirxîne û banga parastina van destkeftiyan dike.

‘Teror dikare di asta global de vegere’

Di nivîsê de li ser rojavayê Kurdistanê tê rawestandin û fikara valahiyek li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê çêbibe û encamên wê tên destnîşankirin. Pompeo tîne ziman ku valahiya hêzên ku dikare li Bakur û8 Rojhilatê Sûriyeyê çêbibe, dê hem rê bide rêxistinên radîkal xwe ji nû ve saz bikin, hem jî dê bandora aktorên wek Îran û Rûsyayê li herêmê zêde bike. Pompeo dibêje ku heke DYA ji herêmê bi awayekî tavil an bêplan derkeve, ev yek dikare metirsiya terorê dîsa di asta global de vegerîne. Pompeo rewşa dawî ya endamên DAIŞê jî bi bîr dixe û dinivîse ku bi taybetî, heke kontrola kampên ku milîtanên girtî û şaneyên xewlê yên DAIŞê tê de ne kêm bibe, xetere heye ku rêxistin dîsa zindî bibe.

Girîngiya şirîkên herêmî destnîşan dike

Di nivîsê de herwiha girîngiya hevkariyên DYA bi hevalbendên xwe re tê xêzkirin. Pompeo dibêje ku piştgirîkirina hevkarên herêmî hem ji aliyê mirovahî hem jî stratejîk ve girîng e. Li gorî wî, heke baweriya li DYAyê bişewite, ev dikare aktorên din cesaret bide û hêza astengkirinê ya Amerîkayê lawaz bike. Pompeo di dawiyê de dibêje ku siyaseta Sûriyeyê ne tenê pirsgirêkek herêmî ye; ew bi hevsengiya hêzan a Rojhilata Navîn, ewlehiya Îsraîlê, siyaseta berfirehkirinê ya Îranê û metirsiya terorê ya global re girêdayî ye.

Ji ber vê yekê, li gorî wî, DYA divê li şûna hesabên siyasî yên demkurt, berjewendiyên ewlehiya demdirêj bigire ber çavan. Di encamê de, gotar dibêje ku her gavek li Sûriyeyê divê bi baldarî û planekirina fireh were avêtin; wisa nebe, ev ê bibe ‘qumarekî xeternak’.