Min nikaribû tiştek bigota
Berê xwe dabû ber bi aso û çirûskên diyar ve da ku bi bizokên wan çirûskan dil û destên xwe yên qefilî bi tîna wan hinekî germ bike.

Berê xwe dabû ber bi aso û çirûskên diyar ve da ku bi bizokên wan çirûskan dil û destên xwe yên qefilî bi tîna wan hinekî germ bike. Çavê xwe quliband dît ne bi tenê ye, li dora wê gelek kes hebûn, ew jî mîna wê bûn, lê ew qarbalix li pêş çavê wê nexuya û bihesibîn ku kes li dora wê tune bû. Bi xwe re diaxivî, bi axê re, bi merzel û gornan re, bi kurê xwe yê şehîd re, lê hingî ku kesekî lê venegerand, dengê wê li wê vedigeriya, hatibû bi kurê xwe re biaxive. Wê kêlîkê ji girî pêve tiştekî li ber dilê wê xweş nedikir. Giriya û bang li kurê xwe kir, jê re got: Rustem çavê dayika te kor bibin, çavê dayika te birjin, dayika te nemîne, anê qurbanê ez nikarim te bihêlim û biçim, dema ku ez diçim mal, li her derê tu heyî, bihna te, kenê te yê ku bi asîmanan ve dima, gotinên te, rengê rûyê te, êdî nikarim xwe ragirim li wê derê! Wê demê jinek li berambelî wê bû, êşa wê jî ji ya wê dayika kezebşewitî ne kêmtir bû, dema ku dengê wê bihîst dil pê şewitî û tevî desmala xwe bervê hat û bi destmalêhêsirên wê damalandin, lê nikaribû hinekî êşa dilê xwe û wê sivik bike.
Di wê kêlîkê de ancax agirekî dikaribû ji êşa dilê wan fam bikira û hinekî li ber dilê wan xweşbikira. Çîroka wê û jina ku hatibû cem dişibiya hev, her duyan kezeba xwe wenda kiribû, kurên herduyan ciwan bûn, hîn ji imrê xweyî ciwantiyê tiştek nedîtibûn, lê hemû tişt ji ev imrê xwe de ji bo milet, malbat, ax û doza xwe kiribûn, ew pak û rûmet bûn. Wê jinê bi mebesta ku li ber dilê dayika xweş bike, jê re got: Ez jî wekî te me xwehê! Yên mîna me gelek in, kula min ji ya te girantir e. Beriya ku kurê min bimre min dixwest cara dawiyê kurê xwe bibînim, di roja ku dê bihata malê, termê wî yê ku di xwîna sor de strayî gîhaşte min, rûyê wî ji ber derbên giran guherî bû, ew rû ne yê kurê min bû, kurê min bedew bû. Dema ku xebera şehadeta kurê min ji min re hat, min xwestibû bi cara dawiyê re wî bibînim, bihn bikim, ramûsim, lê nehîştin ku ji rû, bihn û hembêzkirina wî ya dawiyê henaseyên xwe bistînim. Di pey wî re henaseyên min teng bûn, dilê min zer bû, xewnên min reş bûn. Xweha min ma ji bêçaretiyê dijwartir hebû, ez jî di pey wî re bêçare û baskşikestî bûm, min bi hêsirên çavan mezin û xwedî kiribû û min wiha radestî axê kir, ez berê pir li ser ditirsiyam lê niha ez ji berê pirtir ji tirsa şewata dilê xwe ya li ser wî ditirsim. Min xwîna dilê xwe û kezeba xwe guvişand vê axê û êdî heta hetayê ez ê li ser bigrîm. Wekî hev bû û gelek çîrokên wekî wan hebûn.
Ev gel di heyameke ku agir, xwîn, êş, perîşanî, şewat û mirin rastî hev hatibûn de dijiyan. Ew jina ku dixwest berê dilê wê xweş bike, bi riya xwe de çû, ew jî bi lêvên terikî, hêsirên ku li ber seqema zivistanê seqagirtî û bi bedena herbilî li ser kevirê gora kurê ma. Serê xwe da ser kevirê gorê û bi îskeîska girî ket xewê. Di bin axê de giyanên çirûskdayî li hev çiviya bûn, birînên hev derman dikirin, birîna her yekî ji wan di devereke laşê wî de bû lê giştî jî bi diranên jehrî ên kûçikên yên çol û kerbelayan hatibûn gestin. Yekî ji wan destê xwe da ser birîna xwe ya ku di lingê wî de bû, dest bi çîtoka xwe kir û got: Zaroketiya min wekî lavlavka tavên bihatê zû herikî û derbas bû, ez bûm ciwanekî ji xwe razî û min dest da ber bavê xwe û bûm hêviya malbata xwe dayika min dixwest bi min şad bibe, kurê xwe berxê xwe, malxê mala xwe bizewicîne. Dezgirtiya min hebû û haya dayika min jê hebû, wê gelekî ji dezgirtiya min hez dikir û ji bo zewaca me malbata min û malbata wê li hev kiribû, ez leşker bûm, malbat û dezgirtiya min li hêviya hatina min ya malê bûn û bi bendemayîneke tijî hêvî, hezkirin û kêfxweşî çavên wan li riya min dipan.
Dema ku ez ê bihatama malê bi balafireke bê wijdanî li min dan, ba sekinî di zenguloka min, şev reş bû û çirçirkên şevê qajinî bi wan ket, seqemê xwe sert kir û bi ser min de xwe xûz kir, rûyê heyvê di nava tarîtî û reşahiyê de zerzilî, tenê wê şevê tiştekî ecêb qewimî ku kevikên berfîn bi hawara min hatin û ez ber bi asoyên şewqdayî de birim. Ji ber ku derba min giran bû, ez û axê bi hev vebûne yek û ji wê êvarê ve ez û wê ji hev du neqetîn. Kevokeke reng spî jî xwîna li ser perikên xwe dadimaland û wê jî di bere dixwest dest bi çîroka xwe ya efsûnî bike, ket navê û got: Min di salên 200 î de dest bi gera domdar ya rastiyê kir û ez tevlî doza miletê xwe bûm, ez çûm çiyê, piştî çûna min ya çiyê, xebera nexweşî û êşa dayika min ji min re hatibû, ew di pey min re nexweş ketibû, ne ku wê ji dozê hez nedikir, lê ji bo dayikan tiştek ji kezebê bihatir tune bû. Bi domana demê re bi cesaret û berxwedana min ya li çiyê hisiya bû û bi vîna min ya ji agir û bi tîn, dil û kezeba xwe germ kiribû, ew ji berê bihêztir û serxwetir bibû, wê hay ji şopa lingên min yên li çiyê û geşbûna gulan hebû. Min deverek bernedabû û ez neçibûmê, min li her deverê rengê rûyê xwe, gotinên xwe û hezkirina xwe di dilê her kesî de hîştibû, ez gopalê kal û pîran bûm, dilê zarokan bûm, hêviya bindestan bûm, barana axên tîbûyî bûm, tirsa dilê neyaran bûm û ji dostan re yar bûm, kamîreya rastiyê bûm, min x


