Moderniteya kapîtalîst pêşî rastiyan dikuje

Mêjiyê siyasetmedarên her du dewletan jî, manîfestoyên “kebîr” û “kubra”yê dîroka fermî diafirînin. Du gunehkariyên ku hev temam dikin û “kevirê xitmê” yê avaniya sîstemê ne. Kurd, ji bo mirovên wisa dibêjin “meşka derewan”.

1 deqe xwendin
Moderniteya kapîtalîst pêşî rastiyan dikuje

Generalê navdar ê amerîkî George S. Patton, di şerê cîhanê yê duyemîn de, gotibû ‘di şer de pêşî rastî tên kuştin’. Generalên amerîkî ku tev bi kirawat û papyon in, her gotina wan ji kulîlkên bihara modernîteya kapîtalîst e. Her çiqas netewe-dewlet ne berhema wan bin jî, îro ew cendirmeyên sîstemê ne. Ji roja ku netewe-dewlet hatine avakirin û heta îro, li çar aliyên cîhanê şer heye. Ya balkêş jî ew e ku şer hebe nebe, gundî û çîna karker di nav şerê aborî û debara rojane de ne. 

Şer jî, her û her heye û bûye qotika gelan! 

Armanca min, ne otobiyorafiyek şerên ji destpêka avakirina netewe-dewletan û heta îro ye. Herkes dizane ku generalên artêşên netewe-dewletan li nav xeyelên “futuhat”ê dijîn. Em vê mînakê di helwesta generalên artêşa tirk û generalên artêşa Îranê de dibînin. Mêjiyê generalên her du dewletan, ji bo futuhata netewperestiyê kar dike. Ev jî çavkaniya kiryarên faşîzan e.

 Mêjiyê siyasetmedarên her du dewletan jî, manîfestoyên “kebîr” û “kubra”yê dîroka fermî diafirînin. Du gunehkariyên ku hev temam dikin û “kevirê xitmê” yê avaniya sîstemê ne. Kurd, ji bo mirovên wisa dibêjin “meşka derewan”. 

Guman nakim ku xwendevan dizanin ez behsa şerê navbera Îran, Amerîka-Îsraîlê dikim. Gelek nivîskar û rojnamevan, Amerîka-Îsraîlê weke êrişkar bi nav dikin, sûcê tevan diavêjin ser van her du dewletan. Gelo, Îran bi heft avan ji wan sûcan şûştî û bêguneh e? Divê neyê jibîrkirin ku sîstema li Îranê berhema modernîteya kapîtalîst e. Şoreşa li dijî şahê Îranê, bi desteka gelê kurd û hemû gelên li Îranê, çepgir, komunîst, demokratan pêk hat. Piştre çi bû? Humeynî û mollayên li dora wî, tifa xwe alast, sozên xwe ji bîr kirin û xiyanet li gelê kurd, hemû gel û aliyan kir.

Encam jî li holê ye; dijminatiya gelan, demokrasî û mafan. Çend mînak; di demên dawî de, Îranê zext li desthilatdariya başûrê Kurdistanê kir û partiyên rojahilatî li kampan dîl hatin girtin. Îranê ji Tehranê heta Bêrûdê 500 baregehên tampon, ku dikarin “şerê taşeron” bikin, ava kirin û sosyolojiya gelên li herêmê serûbinî hev kir. 

Di serdema têkoşîna bi pêşengiya jinan a “Jin, jiyan, azadî” de, bi girtin, îşkence û darvekirinan mêjiyê gelan felc kirin. Hemû felaketên li rojhilatê Kurdistanê jî berhemên mollayên Îranê ne. Hîn jî bi sedan aktîvîstên mafên mirovan, kurd, ne kurd, di zindanên Îranê de ne. 

Ya rast, ez di navbera Îran, Amerîka û Îsraîlê de cûdatiyê nabînim. Sicîla her du aliyan jî tovê waweylê ye. Ne hiqûq, ne wijdan, ne edalat û ne jî xweşbînî li cem wan heye. Dema em li Îranê dinihêrin; bîlançoya gunehên mollayan, di daxuyanî û bangên PJAK û partiyên din ên Rojhilat de têne dîtin. Ew bang û daxuyanî biyografiya kiryarên faşîzan û barbar ên desthilatdariya Tehranê ye.

Herî dawî, hêzên kurdî yên li rojhilatê Kurdistanê, di bin navê ‘’Hevpeymaniya Hêzên Siyasî yên Kurdistana Îranê’’ bi berpirsiyariyek dîrokî tevgeriyan û wan daxuyaneke hevbeş da û weke her carê daxwaza demokratîkkirina komarê kir. 

Bersiva desthilatdariya Tehranê, bû gefxwarin û êrişên li dijî hêzên rojhilatî û herêma başûrê Kurdistanê. 

Ne tenê di vî şerî de, her wiha şerê ku sed sal in li Rojhilata Navîn, li deverên cuda yên cîhanê bê qutebir dewam dikin, aşkere bûye ku muqeseta netewe-dewletan têk çûye.

Êdî kes nema dikare bêje, “li jor Xwedayê mezin, li jêr dewleta abad“. Sîstem xitimiye. Pisûlaya qibleya wan jî rêyek şaş nîşan dide û pêşî dewleta Enqereyê ev rastî dît û xwe daxilî Birêz Abdullah Ocalan kir. Lê maceraperestên siyasî û zihnî, hîn jî li zirna beriya sedsalî didin û weke Don Kîşot li pey xeyalên xam dibezin.

Ev kes dewşirme ne, ji bo wan diyalektîk û zanista dîrokê nîne; derew, mandelekirin û guhertina dîrokê heye. Ev mîrateya paşayên Îtihat Terakkiyê ye. Lê rewşeke dîrokî heye û ew bixwazin nexwazin, wê çerxa jiyanê biguhere, herka çemê dîrokê jî wê dewam bike. Bixwazin nexwazin wê hevsengiyên li herêmê biguherin; yek ji aktorên hevsengiyên esasî yên herêmê kurd in. Li Iraqê hevsengî hat guhertin, li Suriyeyê hevsengî hat guhertin, wê li Îran û Tirkiyeyê jî hevsengî werin guhertin. 

Hin kes, di qesrên zeberced de rûniştine û quretiyan dikin, gotinan li ber hev rêz dikin. Kurd ji bo mirovên wisa du gotinan bi kar tînin. Yek: Kesên ne li şer e, şêr e! Du: Hebenka derew û dilxweşiyan. Gelo ev kes, weke Ibn-î Haldun dibêje ‘rûdana dîrokî ya xuya dike, rastiya li pey bûyer û pêşketinên çêdibin nabînin’. Her çiqas em di serdema Ewliya Çelebî û Îbn-î Batutta de nejîn jî, teknolojiya pêşketî agahiyan-melûmatên berfireh dide.

Piştî şerê nîvsedsalî êdî kurd, bi tîpên kurdî, bi mêjiyê kurdî û ji aliyê rast ve dixwînin.

Dewleta tirk, kêlikên ji bo faşîzma tirk-î tûran danîbûn, tev rakirin û behsa aştî û çarseriyê dikin. Di rojên dawî de heta bi pençîk Hakan Fîdan, Nûman Kurtulmuş, wan fêm kiriye ku, HTŞ û çeteyên selefî nikarin dewleta tirk ji parçebûnê rizgar bikin. Ji bo vê jî bangên aştiyê dikin. Dîsa jî kurd bi aql-î selîm tevdigerin û dibêjin, divê cidî tevbigerin û gevên dilsoz biavêjin. Divê demildest meclisa mezin “mafê hêviyê“ bike pratîkê, qanûnên û destûreke demokratîk amade bike. 

Rêya rizgariya ji faşîzma netewe-dewletan, rêya sêyemîn e. 

Giyanê netewe-dewletan bedcan e û nikare bi mîtên derew li ser piyan bimîne. Sed sal temenê wan hebû û ev teman bû. Giyan û hişmendiya “hîstorîzm”ê, li gorî tevger û hêza gelan li ser piyan dimîne.