Mucteba Xameney: Em ê eniyên nû bixin dewrê
Rêberê nû yê olî yê Îranê Mucteba Xameneyî, di peyama xwe ya ewil de got: "Ger şer dewam bike li gorî berjewendiyan em ê eniyên nû bixin dewrê

Rêberê nû yê olî yê Îranê Mucteba Xameneyî, bi daxuyaniyeke nivîskî ya ku di televîzyona dewletê de hat xwendin, bang li gel kir ku bibin yek û xwest ku beşdarî çalakiyên Roja Qudsê bibin.
Roja Qudsê ya ku her sal tê lidarxistin, bi armanca protestokirina kontrola Îsraîlê ya li ser Qudsê û nîşandana piştgiriya bi gelê Filistînê re tê lidarxistin.
Xameneyî di peyama xwe de diyar kir ku “eniyê berxwedanê” parçeyekî jêneveger ê nirxên bingehîn ên Şoreşa Îslamî ya Îranê ye û spasiya hevkarên Îranê yên li herêmê kir. Rêberê nû yê olî, ji ber piştgiriya wan a ji bo ‘Eksena Berxwedanê’ ya li Yemen, Libnan û Iraqê, minetdariya xwe anî ziman.
Rêberê nû di daxuyaniya xwe de her wisa hişyarî da ku Îran dikare baregehên leşkerî yên DYAyê yên li herêmê bike armanc.
Xameneyî bang li welatên Kendavê kir û got ku divê ev welat baregehên Amerîkî yên li ser axa xwe bigirin.
Li ser vekirina eniyên din ku dijmin tê de xwedî ezmûneke pir kêm e û ji ber wê yekê dê bi awayekî cidî bêparastin bimîne, hin xebat hatine kirin. Di doza berdewamiya rewşa şer de û bi liberçavgirtina berjewendiyên pêwîst, ev enî dê bên aktîfkirin."
Li ser vekirina eniyên din ku dijmin tê de xwedî ezmûneke pir kêm e û ji ber wê yekê dê bi awayekî cidî bêparastin bimîne, hin xebat hatine kirin. Di doza berdewamiya rewşa şer de û bi liberçavgirtina berjewendiyên pêwîst, ev enî dê bên aktîfkirin."
Xameneyî bi gotinên “Ji bo eniyên ku dijmin bê parastin bihêlin hinek xebat hatin kirin. Ger şer dewam bike, li gorî berjewendiyan ev enî dê bikevin dewrê. Ger şer berdewam bike li gorî berjewendiyan Li hemberî êrişkarên xaka me ya ezîz helwesta xwe zelal bikin. Divê hûn êdî fêm bikin ku sozên DYAyê yên ku dibêjin dê ewlehî û aştiyê bînin, tenê ji derewekê pêk tên, parast ku Îran di êrişên xwe de bêyî ku zirarê bide welatên cînar, tenê baregehên Amerîkayê dike armanc.”
Rêberê nû yê olî da zanîn ku Îran “ji heyfgirtina xwîna şehîdên xwe paşve nasekine” û diyar kir ku ger pêwîst bike dê ji dijminên xwe tezmînatê bixwazin, heger ev ne pêkan be jî dê mal û milkên wan bikin armanc.
Xameneyî her wisa destnîşan kir ku divê Îran parastina xwe bidomîne û diyar kir ku girtina Tengava Hurmuzê jî dikare rola amûreke zextê were bikaranîn.


