Munafiqên gunehkar dê têk biçin
Berxwedana kurdan, wê bibe ji nû ve avakirina hiş û aqilê civakan û vê carê jî bi serketinek siyasî û civakî wê jiyana birûmet tacîdar bibe.

Cîhan di travmayeke siyasî û civakî de ye, biwêjên derbarê şeran de jî hatin guhertin. Yanî pêpelûkên jiyanê hatine herifandin. Lê kurd bi têkoşîna xwe weke duh, wê îro jî, pêpelûkên jiyanê ji nû ve ava bikin.
Stratejiya şer a nû “Îslama Muhammedî” di çarçoveyek magazînî de guheriye û gunehkar kiriye. Êdî ne alim, ne zanist, ne bedîûzeman, ne muderris û feylesof… cîhadîst ‘Trump+Colanî+Erdogan’ biryarên îslama kurewî didin.
Trump navê bazirganiya kurewî ye! Colanî navê terora kurewî ye! Erdogan navê cîhada dagirkeriya Kurdistanê ye!
Ev sê bed û bedbextên har û dirrinde, di kesayeta çeteyên DAIŞê de, li dijî hilhatina rojê meydanê dixwînin û xwe weke lehengên Şahnameyê dibînin. Lê di neynika dîrokê de, 10 xisletên xerab û qirêj yên Dehaq in û nexweşên aqil ên li bîmeristanê ne!
Serdema trawmatîk, ji komploya korsanî ya navneteweyî ku di kesayeta Abdullah Ocalan de pêk hat; sala 1919an, li dijî gelê kurd dest pê dike. Bi meşrûkirina HTŞê ya navneteweyî jî kete qonaxeke nû. Di komploya korsanî ya li dijî Rêber Apo û kurdan de, artêşa tirk li sînorê Sûryeyê kom kirin. Di komploya cîhadîstan de, çeteyên HTŞê kirin dewlet, xaka Sûriyeyê di navbera Tirkiye, Îsraîl û Colanî de parve kirin. Bi vê armancê jî êrişî gelê kurd kirin û dixwazin wî tune bikin.
Vê rewşa trawmatîk, biwêja “serseriyê cihû” guhert, êdî “serseriyên amerîkî” heye. Li gorî tê gotin; cenabê Îsa, ji bo trak-şimikên xwe tamîr bike, diçe cem mişeqayê cihû. Mişeqayê cihû jî wî nas nake, yariyên xwe pê dike û wî diqewirîne. Mişeqayê cihû, rastî xezeba xweda hat û heta qiyametê mehkûmî gerê dibe. Cihû diçe ku derê tê qewirandin û weke “serseriyê sefaletê” bela dike tê binavkirin.
Trump jî, weke ‘mişeqayê bazirganiya kurewî’, serseriyên cîhadîst derxistin meydanê û şerê li dijî kurdan da destpêkirin. Ev şer bingeha qiyameta li hêrmê û cîhanê ye!
Entelektueliya cîhanê, wijdanê şiyar ê cîhanê li dijî “serseriyên Trump” dengê xwe bilind kirine. Lê cîhana îslamî bêdeng e. Bêguman, ev bêdengî ji xeşîmî û tarîtiya wan tê. Ji aliyekî ve jî li xiş hesabê wan tê. Qral û mîrekên cîhana îslamî ku her yekî ji wan welatek kirina bin hukumraniya xwe, pesnê xwe bi “hudayname” yan didin. Lê tê dîtin ku Hasan Sabah, ji wan bi rûmettir tevdigeriya.
Montesquieu behsa despotîzm û perestîşkariya cîhana îslamî dike. Ev gotin jî dide xuyakirin ku, Hasan Sabah ji wan qral û mîrekan birûmettir tevdigeriya. Ji ber ku Hasan Sabah xwe weke “ul-el-emr” (wekîltiya xwedê) didît û bi wê fikrê tevdigeriya. Lê qral û mîrekên cîhana misilman, hem xwe “ul-el-emr” dibînin, hem ji Trump re secde dikin.
Serseriyên Trump, yanî çeteyên HTŞ, rûmeta ola îslamê û cîhana îslamî, di mîmbera berê wê li Trump de tune kirine. Teoriya çeteyan, qêrîna “Allahuekber” e. Lê îslamiyet kirina “beyt-ûl mal” ê emperyalîstan. Çete dengê “koro”ya cesedan e, “ul-el emr” jî Trump e. Bi gotineke din, çeteyên selefî, yanî Colanî û HTŞ, weke gunehkarên “tekkeyên selefî”, ji mûsteşrîkên ku li asoyên cîhana îslamî tovên fitne û geleciyê direşînin re sûc de dikin, ji bo wan bûne siwariyên mirinê.
Trump, parsekiyek cîhanşimulî dike, lê nizane ku dîrok bi wî dest pê nake û nikare bibe lîderekî îdeal. Bi taybetî piştî ku cîhan kir nav zelzeleyekê û çeteyên kujer kirin xwedî dewlet, rûmeta wî şikest. Dostoyevskî, di pirtûka “Suc û Ceza” de, di navbera mirov û hişmendiyê de şerekî dijwar û qirêj daye destpêkirin. Di encamê de hişmendî bi ser dikeve.
Trump jî, cîhadîst jî, Erdogan jî wê di vî şerî de têk biçin. Tevahiya pirtûkên semawî dibêjin ‘divê tu nekujî’. Trum li ser Încîlê sond xwar, lê îmze diavêje, bin salnameyên tunekirina gelan. Ji bo berjewendiyên qirêj, hiqûqê gerdûnî binpê dike, gelan tune dike.
Erdogan jî her roja înê, piştî limêja girseyî daxuyaniyan dide û behsa kuştina gelan, misilmanan û nemisilman dike. Li Tirkiye û li bakurê Kurdistanê, nirxên jiyanê kuştine. Lewma her roja diçe, payeya ku weke “halaskar” dihate dîtin, ji holê radibe, ew û wezîrê xwe yê dewşirme Hakan Fîdan, wek munafiqên ku şaristaniya gelan li erdê yeksan dikin tên dîtin. Li rojavayê Kurdistanê sûc heye û wê ceza jî hebe.
Berxwedana kurdan, wê bibe ji nû ve avakirina hiş û aqilê civakan û vê carê jî bi serketinek siyasî û civakî wê jiyana birûmet tacîdar bibe. Bi gotina Îbn-î Haldun, riyakar û derewîn wê têk biçin.


