Mûrat Karayilan: Divê ne berjewendiyên rêxistinî yên neteweyî esas bên girtin
Endamê Komîteya Rêveber a PKK'ê Mûrat Karayilan di 'Bernameya Taybet' a Stêrk TV de bersiv da pirsan.

Endamê Komîteya Rêveber a PKK'ê Mûrat Karayilan di 'Bernameya Taybet' a Stêrk TV de bersiv da pirsan.
Mûrat Karayilan di nirxandinên xwe de bal kişand tecrîda li ser Rêberê PKKê Abdullah Ocalan û wiha got: “Omer Ocalan beriya çend rojan, di meclisê de axivî û hin agahiyên nû dan. Ragihand ku Rêber Apo gotiye, ‘eger derfet bê afirandin, ez dikarim rola xwe bilîzim’ û diyar kir ku derfeta ku wî behs kirî, ne derfeteke şexsî ye, ji bo şexsê xwe tiştekî naxwaze, divê zemîn bê avakirin. Ev tê wê wateyê ku divê dewlet gav bavêje. Divê gavên siyasî bavêje û zemînê ava bike ku Rêber Apo jî ji bo çareseriyê rol bilîze û hewldanê bike. Yanî bêyî avakirina zemînê, wê çareserî çawa çêbibe? Bêguman nabe.”
‘Serdana DEMê tena serê ne çareserî ye’
Mûrat Karayilan serlêdanên DEM Partiyê bi bîr xist û ev tişt anî ziman: “Niha hevserokên DEM Partiyê jî ji bo çûyîna Îmraliyê serlêdan kirine. Tevî ku demek dirêj li ser derbas bûye jî, hîna bersiv nehatiye dayîn. Yanî hewayeke welêçêbûye ku, sankî şandeyek yan jî rayedarên DEM Partiyê eger biçin giravê û ew hevdîtin çêbibe, wê ji nişka ve her tişt bi cih were yan jî çareserî pêş bikeve! Avakirina qeneeteke wiha yan jî ji xwe ve avabûna wê, ne rast e. Bêguman xwestina çûyîna Îmraliyê, tiştekî şaş nîne. Lê belê nêzîkatiya ‘eger em biçin wê pirsgirêk çareser bibe’ ne rast e. Lewma ji xeynî xwestina çûyîna Îmraliyê, divê mirov bixwaze ku gav jî bê avêtin. Her kesê alîgirê çareseriyê, divê daxwaz bikin ku dewlet gav bavêjin. Dewlet niha jî hîna siyaseta xwe ya berê didomîne. Pêwîst nake em kiryarên wê yek bi yek bêjin; jixwe tên zanîn. Êrîşên li dijî hêzên me dewam dikin; siyaseta qeyûm dewam dike; êrîşên li ser Rojava dewam dikin. Bi kurt û cewherî polîtîkaya dijminatiyê dewam dike û di pratîkê de, tu guhertin nînin. Wê demê di van şert û mercan de, Rêber Apo wê çawa gavên nû bavêje? Pêwîstî pê heye ku dewlet gav bavêje. Lê belê heta niha tiştek çênebûye. Tenê bangên Devlet Bahçelî hene; ji dervey wê tiştek din nîn


