Nagîhan di bîra jinên cîhanê de şax vedaye

Nagîhan Akarsel di 4ê Hezîrana 1977an de li gundê Golyazi yê Cîhanbeyliyê yê Konyayê ji dayik bûye.

1 deqe xwendin
Nagîhan di bîra jinên cîhanê de şax vedaye

Nagîhan Akarsel di 4ê Hezîrana 1977an de li gundê Golyazi yê Cîhanbeyliyê yê Konyayê ji dayik bûye. Hîn di temenê xwe yê biçûk de hişmendiyeke xurt a hişmendî û bîrdoziya jinan pê re çêdibe û bi israr dest bi dibistanê kir. Nagîhan Akarsel ku ji aliyê gundiyên xwe ve wekî kesayeteke xwedî "hişmendî" dihate nasîn, serdana deverên ku jin lê dicivin dikir, guh dida fikarên wan û sedemên pirsgirêkên ku wan jiyane pê re rû bi rû mane dikirin.

Nagîhan Akarsel di sala 1993yan de bi pûanekî baş beşa rojnamegeriyê li Zanîngeha Gazî ya Enqereyê dixwîne. Ew di sala 2001ê de li Enqereyê tê binçavkirin. Piştî 14 rojan a di bin çavan de, wê dişînin Girtîgeha Ulucanlar a Enqereyê. Piştî 2yemîn danişîna wê, wê dişînin Girtîgeha Amasyayê û pênc salan di zindana Amasyayê de dimîne. Piştî tê berdan û şûn de biryarê dide ku xwendina xwe ya zanîngehê ya ku nîvco hiştibû temam bike û li Zanîngeha Hacettepeyê xebatên akademîk dide meşandin. Ew di sala 2008an de wekî rojnamegerekê li Ajansa Nûçeyan a Dîcleyê (DÎHA) dest bi kar dike. Ew di 2014-2015an de, wek endama fakulteyê li Beşa Jineolojiyê li Zanîngeha Rojava dest bi dersên Jineolojiyê dike. Nagîhan Akarsel di 4ê Cotmeha 2022yan de li Silêmaniyê bi 11 guleyan hate kuştin. Rast e ew hat kuştin lê têkoşîna wê, pênûs û fikrên wê yên jineolojîk di bîra jinên cîhanê de şax vedaye.

‘Nagîhan giringî dida hafizeya mirovên Kurd’

Helwêst Kerîm ku rêvebera saziya “Azadbûn” a li Başûrê Kurdistanê ye û di beşa aboriyê de mastir kiriye her weiha xwendevana doktorayê ya beşa “ekolojî û ekonomiyê” ye der barê jiyana xwe, hevnasîna xwe ya bi Nagîhan Akarsel re, têkoşîna wê û bi taybetî jî di pêşxistina Jineolojiyê de ev tişt anî ziman: “Dewlet ji hêza Nagîhan ditirse, bi 11 fîşekan di nava bajarê Silêmanî, Nagîhan Akarsel qetil kir. Jiyana şehîd Nagîhan xwedî xewn û peyamên mezin bû, lewma jî şehîdbûna wê bû sedema zêdetir nasandina aso û xebata wê. Şehîd Nagîhan wek laş di nava me de nîne, lê belê têkoşîn û peyama wê, projeû xewna wê, şîîr û gotarên wê, roj bi roj tên xwendin û karwana şehîd Nagîhan tijî rêwî dibe. Şehîd Nagîhan giringî dida rola hafizeya mirovê Kurd û rola pergalê analîz dikir ku dijmin dixwaze çawa mirovên Kurd bê hafize bike. Şehîd Nagîhan pir kûr difikirî û dinivîsand. Şehîd Nagîhan demeke kêm bû li Başûr bû, lê herdem di bîranînên me de dimîne û rola wê bilind tê hesibandin. Cara yekem min şehîd Nagîhan li pêşangeha xwebûnê di sala 2021ê de dît, dû re di meha Adara 2022yan de li hola rewşenbîriya Silêmaniyê, min li ser ‘Jina Kurd di nêrîna ekofîmînîzmê de’ semînerek pêşkêş kir û şehîd Nagîhan di wê semînerê de amade bû û destxweşî li min kir, ez gelek pê dilxweş bûm. Dû re bi sedema nivîsên di pirtûka ‘Sedeya 21ê, sedeya jinê ye’ û pirtûka ‘Jinolojîyê’ bêtir aşnayê fikir û ramana wê bûm. Mixabin, wê demê ez li Silêmaniyê nejiyam, di nav me de bû. Piştî kuştina wê, min hewl da ku wê çêtir nas bikim û min pirtûka “Garîda Heqîqat û Gulê Payiz’ xwend. Çembera rastiyê û kulîlka payîzê b